Bavek detayên qetilkirina kurê xwe vedibêje

Bozan Xelîl bi kurê xwe Mihemed ê li Girê Spî ajokariya ambulansê re, bi telefonê diaxivî. Ji nişka ve dengê guleyan ji telefonê hat. Telefon dikeve erdê û dengê qirînê jê tê. Hin deqeyek derbas nebûyî çeteyek telefona Mihemed radike û dibêje : “Me ew kuşt”.

Bavek detayên qetilkirina kurê xwe vedibêje
23 kanûn, 2019   07:51
KOBANÊ

Nîşaneyên êş û kederetê li ser rûyê Bozan Xelîl diyar in. Bi xwe ji bajarê Girê Spî ye û kurê xwe Mihemed Bozan Xelîl di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê winda kir.

Mihemed Bozan Xelîl (19) endamê Heyva Sor a Kurd bû  û wek ajokarê ambulansê kar dikir. Mihemed dibe qurbaniyê sûcên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker. Mihemed bi awayek hovane ku dîmenên DAIŞ’ê tînin bîra mirov, hat qetilkirin.

‘TEVÎ KU TOPBARAN DIJWAR BÛ, KURÊ MIN KARÊ XWE BERDEWAM KIR’

Bozan dibêje: "Piştî topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Girê Spî, em ji bajêr derketin. Lê kurê min Mihemed dernekt. Ji ber ku karê xwe berdewam dikir. Dewleta Tirk bi balefir û topan her der topbaran û bombebaran dikir. Ji ber wê em ji sînor dûr ketin û em çûn Eyn Îsayê."

Di rêya ber bi Eyn Îsayê ve Bozan di gelek gundan re derbas dibe û dîmenên erebe û malên ku rastî topbaran Tirkiyê hatine dibîne. Parçeyên laşên sivîlan ên ku topên Tirkiyê parçe kiribûn, ji bîra wî naçe. Dengê teqînan hîn jî di guhê wî de ye û domana reş a li asîman li ber çavên wî ne.

Ev hemû beşek ji azarên wî bûn. Beşa herî mezin jî dema kurê xwe Mihemed winda dike.

‘EZ PÊ RE DIAXIVÎM Û JI NIŞKAN VE…’

Girêdayî wê bûyerê Bozan dibêje: "Em bi hev re bi rêya telefonê diaxivîn. Digot ew diçû nuqteyên şer ji bo ku birîndaran rake û bibe nuqteya tenduristiyê. Carekê pê re axivîm, bi vehesî bersîv da. Em hinekî axivîn. Ji nişkan ve dengê guleyan ji nêz ve hat. Dengê Mihemed qut bû. Pê hesiyam ku telefona wî ket. Min dengê qêrîna hemşîreyên pê re bihîst. Digotin Mihemed … Mihemed."

`MIN, XORT Û HER DU KEÇAN KUŞTIN`

Bozan bi rêya telefonê dengê guleyan dibihîze. Piştre yek telefonê radike û dibêje: "Min xort û her du keç kuştin."

Ev bûyer di 13`ê Cotmehê de çêbû. Dazgehên çapemeniyê di nav de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 25`ê Cotmehê de deteyên wê bûyerê weşand.

Navendê got: “Komên girêdayî Tirkiyê tîma tenduristiyê ya ku ji 3 endaman pêk tê li ser rêya nêzî bajarokê Silûkê li rojhilatê Girê Spî kuştin. Cenazeyên wan avêtin toreyên kanalîzasyonê.”

Lê agahiyên bûyerê piştî 12 rojan ji pêkhatina wê belav bûn. Di wê demê de Bozan hewl dida agahiyên girêdayî çaranûsa kurê xwe kom bike. Li xizm û hevalên xwe yên li herêmê diaxive. Ew jî jê re dibêjin her du hemşîre yekser hatin kuştin lê Mihemed ji zikê xwe de birîndar dibe.

Têkildarî wê Bozan got: "Ev kom bi çi heqî û di bin çi navî ,yan jî olî de sivîlan qetil dikin û hovantirîn sûcan pêk tînin."

Bozan nerazîbûna xwe ji helwesta rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî anî ziman û got: "Divê sûcdarên wan binpêkirinan di serî de Tirkiyê darizînin. Êdî qetilkirina sivîlan li cem Tirkiyê  bûye tiştek normal."

‘A KU ÊŞA MALBATÊ ZÊDE DIKE EW E KU CENAZEYÊ MIHEMED HÎNA DI DESTÊ ÇETEYAN DE YE’

Piştî çend rojan ji bûyerê, telefona Mihemed hîna dixebitî. Malbatê hewl da bi rêya telefonê bi çeteyan re biaxivin ji bo ku deteyên bêtir girêdayî wergirtina cenazeyê kurê xwe bidest bixin. Lê bê feyde. Tenê wêneyek Mihemed li ser erdê di nav gola xwînê de û çav girtî bidest dixin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê beriya çend hefteyan şehadeta Mihemed ragihand. Her wiha li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê merasîmek lidar xist.

Ruxmî ku malbata Mihemed tev li merasîmê bû. Lê malbat hîna di nav şokê de ye. 

HÎNA LI BENDA KU CENAZEYÊ KURÊ XWE NE

Malbat hêvî dike ku cenazeyê kurê xwe Mihemed bi dest bixe ji bo merasîmeke layîqî wî jê re lidar bixe. Ruxmî ku ev hêvî gelek dijwar e pêk were.

Li gorî pîvanên navdewletî ev sûc wek sûcek şer tê hesibandin. Tê zanîn ku lihevkirinên Cinevê û protokolên wê girîngtirîn qanûnên rêgirtina li pêşiya hovîtiya şeran vedihewîne.

Li gorî madeya 16 ji lihevkirina navdewletî ev lihevkirin parastinê ji kesên ku tev li kirinên dijber nebûne peyda dike mîna sivîl, karmendên tenduristiyê û karmendên xêrxwaziyê. Her wiha yên ku dev ji tevlibûna kirinên dijber berdane mîna birîndar, nexweş, leşkerî keştiyên noqî bin avê bûne û dîlgirtiyên şeran.

Yanî qanûnên cîhanî hedefgirtina tîmên tenduristiyê yên ku sivîlan derman dikin, nexweşxane û navendên tenduristiyê qedexe dike. Eger kadroyên tenduristiyê hatin hedefgirtin, ev wek sûcek şer tê hesibandin.

Ruxmî tevahiya îsbat û delîlên bi belge yên ku bi rêya dazgehên çapemeniyê girêdayî bûyerên ku Tirkiyê û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, belav dikin lê civaka navneteweyî bêdeng e û helwesta xwe nîşan nade. Tenê daxuyaniyên şermûk dide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MSCGWpDh9qQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>