Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: Yekîtî giring e

Rewşenbîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel êrişên li dijî erdnîgariya Kurdistanê teqezî li pêwîstiya yekrêziya refa kurdî kirin. Her wiha bang li tevger û hêzên siyasî kirin ku bi lez li ser mijara yekrêziya refa kurdî kar bikin.

Rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: Yekîtî giring e
23 kanûn, 2019   07:20
QAMIŞLO

Dengên ku banga yerêziya refa kurd dikin li gel êrişên li dijî tevahiya herêmên kurdistanî bilind dibin. Ji bo ku destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd ji êrişên dijminan ên ku qirkirina nejadî û çandî armanc dikin biparêzin.

Derbarê mijarê rewşenbîrên navçeya Girkê Legê nêrînên xwe parve kirin. Rewşebîr Laleş Ismaîl got: "Di vê pêvajoya hesas de ku Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin li gel êrişên Tirkiyê û çeteyên wê xebata ji bo yekrêziya refa kurdî gelek girîng e."

Ismaîl destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk hatine bidestxistin divê rewşebîr bi lez kar bikin û yekitiya kurdî pêk bînin.

Ismaîl di nav gotinên xwe de diyar kir ku tevahiya gelên Kurd û dostên gelê kurd li cîhanî piştgiriya vê însiyatîfê dikin. Di nav de însiyatîfa rewşerbîr û hunermendên kurd li Ewropayê.

Ismaîl wiha domand: "Di vê pêvajoya çaranûsî de şerm e refên me nebin yek."

Ji aliyê xwe ve Bengîn Adem got: "Yekitiya kurdî di vê pêvajoya çaranûsî de gelek girîng e. Ji ber ku em gav ber bi azadiyê ve gav davêjin. Bi saya fedekariyên tunekirina terora DAIŞ`ê cîhan desteka gelê Kurd kir."

Adam bang li her kurdekî kir ku li xwe vegerin û ji bo xizmeta doza kurdî kar bikin. Her wiha teqez kir ku cudabûna nêrînan di navbera tevgerên siyasî yên kurdî nayê wateyê ku mîna dijminan li hev binêrin.

Girêdayî heman mijarê Şêxmûs Cuma axaftina xwe bi hevoka rewşenbîrê mezin Ceger Xwîn destpê kir: "Eger em nebûn yek em ê bimirin tek bi tek. Dijmînên gelê Kurd çendîn berjewendiyên wan cuda bin lê li ser serê Kurdan dibin yek."

Cuma wiha domand: "Lewra divê gelê Kurd yekrêziya xwe ava bike. Ev tişt dikeve ser milê tevgerên siyasî yên kurdî."

Cuma destnîşan kir ku gelê kurd yekrêziya xwe ava kiriye, ev tişt piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bû. Dem Kurd li tevahiya cîhanî rabûn ser pêyan û êrişa Tirkiyê şermezar kirin.

Di dawiyê de Cuma diyar kir ku astengiya tekane li hember yekîtiya Kurdan, tevger û partiyên siyasî yên kurdî ne. Divê ew nakokiyên xwe çareser bikin da ku berjewendiyên gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê biparêzin. Her wiha gelê Kurd mîna gelên cîhanê di nav aştiyê de bijîn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Bw2s8HaTQXE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>