Li Reqayê du teqîn rû dan

Li taxa Ferdos a Reqayê du teqîn rû dan, ziyanên canî çênebûn.

Li Reqayê du teqîn rû dan
22 kanûn, 2019   21:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Reqayê der barê herdu teqînên ku vê êvarê rû dabûn de agahî dan "Piştî teqînan hêzên ewlekariyê taxa Ferdos girtin, derket ku du mayîn di avahiyeke kavilkirî de li piş Avahiya Dadgeha Giştî ya berê hatibûn bicihkirin. Di teqînan de ziyanên canî çênebûn."

Rêveberê Endizyariya Mayînan diyar kir ku hêzên wan cihê teqînê paqij kirin, her wiha bang li sivîlan kir ku heger tiştên bi guman dikin Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar bikin.

ANHA