ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2019
23 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî hewl dide tevahiya pêdiviyên bingehîn ên koçberan peyda bikin. Ji aliyekî din ve rêveberiyê destnîşan kir ku ew amadekariyên pêşwazîkirina 200 malbatan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Tweymiyê yê girêdayî Serêkaniyê veguherandin bargehek leşkerî. Heman demê de malbatên çeteyan li malên şêniyan bicih dikin. Koçbera bi navê Cemîle got: “Şêniyên gund ji me re gotin ku malbat û zarokên çeteyan di nav malên me de ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Karûbarên Rêxistinana diyar kir ku rêxisitnên ser bi NY‘yê ve heta niha bangewaziyên lezgîn ên koçberan bi cih neanîne û got: “Sedema vê yêkê girêdana wan bi siyasetên dewletê ve ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bozan Xelîl bi kurê xwe Mihemed ê li Girê Spî ajokariya ambulansê re, bi telefonê diaxivî. Ji nişka ve dengê guleyan ji telefonê hat. Telefon dikeve erdê û dengê qirînê jê tê. Hin deqeyek derbas nebûyî çeteyek telefona Mihemed radike û dibêje : “Me ew kuşt”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star li hola Efrîn a herêma Şiqeyif a bajarê Helebê civîna xwe ya salane lidar dixe, saet 10:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Partiyê Sûriyê ya Pêşerojê panelekê der barê koçberî û koçberkirina bi zorê de li xwaringeha Burc a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî bi rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Holê re dicive, saet 12:00‘an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ferhad Derwîş got: "Ji bo bersivandina êrişên Tirkiyê û parastina gelê Kurd divê em yekîtiya Kurdan ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel êrişên li dijî erdnîgariya Kurdistanê teqezî li pêwîstiya yekrêziya refa kurdî kirin. Her wiha bang li tevger û hêzên siyasî kirin ku bi lez li ser mijara yekrêziya refa kurdî kar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Aborî ya Helebê ji bo belavkirina mazotê li şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd 12 navend vekirin. Meclis amadekariyên vekirina moleke madeyên xwarinê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA