Gavên hêsankirina rewşa aborî

Meclisa Aborî ya Helebê ji bo belavkirina mazotê li şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd 12 navend vekirin. Meclis amadekariyên vekirina moleke madeyên xwarinê dike

Gavên hêsankirina rewşa aborî
Gavên hêsankirina rewşa aborî
Gavên hêsankirina rewşa aborî
23 kanûn, 2019   06:51
HELEB- SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMED

Bi hatina zivistanî re û daketina nirxê lîreya Sûrî li beramberî nirxê dolarê, buhayê madeyan di nava de sotemenî bilind bû . Ev yek ji şêniyan re bû cihê azaran. Ji bo sivikkirina barê şêniyan Meclisa Giştî ya Helebê û Meclisa Aborî ya Şêxmeqsûd û Eşrefî hîn girtek danîn.

Li seranserî herêmên Sûriyê aloziya sotemeniyê heye, li aliyekî din jî daketina nirxê lîreya Sûrî li bermaberî pereyên biyanî bû sedem ku buhayê madeyên sotemeniyê û madeyên din bilind bibe.

Ji destpêka payîzê ve meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mazot li şêniyan belav kir. Her malbatekî 100 lître wergirt her lîtreyekê bi buhayê 190 lîreyên Sûrî.

Bi destpêka demsala zivistanî re, buhayê mazotê bilindtir bû. Li bajarê Hesekê nirxê her lîtreyekê dighêje 450 lîreyan, her wiha her kilo grameke madeya gazê dighêje hezar û 200 lîreyan.

Meclisa Aborî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo belavkirina mazot û gazê 12 navend vekirin. Her lîtreyek mazot bi 250 lîreyan tê firotin û yê her kîloyeke gram gaz jî bi 600 lîreyan e. Ev buha li gorî nixên li bazaran nêvî ye.

6 navend li taxa Şehîd Gelhat, 4 li taxa Şehîd Rûbar û 2 navned li taxa Eşrefiyê û Benî Zeyd.

Hevserokê Meclisa Aborî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Kamîran Reşîd got: "Armanc ji vê gave peydakirina sotemeniyê bi buhayê guncaw ji welatiyan re û rêgirtina li pêşiya keybaziya bazirganan."

Kamîran Reşîd diyar kir ku Meclisa Aborî amadekariyên vekirina moleke madeyên xwarinê li taxa Eşrefiyê dike  ku bi buhayê guncaw werin firotin.

ANHA