Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Tweymiyê veguherandin bargehek leşkerî

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku gundê Tweymiyê yê girêdayî Serêkaniyê veguherandin bargehek leşkerî, malbatên xwe jî li malên şêniyan bicih dikin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundê Tweymiyê veguherandin bargehek leşkerî
23 kanûn, 2019   05:35
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-ŞÎNDA EKREM

Koçbera bi navê Cemîle Oso ya ji gundê Tweymiye yê li başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê ye. Cemîle dayîka 6 zarokan e. Kurê wê Serbest Sultan Mihemed(Serbest) li Serêkaniyê di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de ji çeteyên DAIŞ`ê di 2017`an de şehîd ketiye. Ev cara duyemîn e Cemîle ji gund koçber dibe.

Cemîla Oso(50) niha li bajarê Qamişlo dimîne. Cara yekemîn ji ber êrişên Cebhet El-Nusra li ser Serêkaniyê di 2013`yan de koçber dibe. Cara duyemîn jî ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de koçber dibe.

Cemîle got: "Di cara yekemîn de çeteyên Cebhet El-Nusra êrişî bajarê Serêkaniyê dikin. Di encama topbarana Tirkiyê de agir bi bajêr ket. Ji ber dijwarbûna êrişan min zarokên xwe ji mal derxistin. Ez û hevserê xwe heya sê rojan li mal man. Piştî ku çete nêzî gund dibin, em jê derketin û çûn taxek ku YPG`ê diparêze. Li wir heya 3 mehan man. Piştre YPG`ê ewlehî li gund vegerand."

Çeteyên Cebhet El-Nusra di 2013`yan de bi dijwarî bi desteka Tirkiyê êrişî bajarê Serêkaniyê kirin. YPG û YPJ`î bi lehengî bajar parastin. Di encama wê berxwedanê de bi dehan şervan şehîd bûn. YPG`ê jî bajar piştî berxwedanek destanî heya 6 mehan rizgar kir.

‘DEMA VEGERÎM MAL, MIN QURANA PÎROZ PARÇEKIRÎ DÎT’

Cemîle hovîtî û çavsoriya çete û leşkerên Tirk wiha vegot: “Piştî ku YPG û YPJ`ê bajar rizgar kirin û gund ji çeteyan pak kirin em vegerîn gundê xwe. Lê çeteyan her tişt şikandibûn û talan kiribûn. Tevî ku mayîn li dora male çandibûn. Çeteyên Cebhet El-Nusra û nêviyên pêxember islamê îdia dikin. Lê dema vegeriyam mal, qurana pîroze hatibû parçekirin. Gelo kijan islamê îdia dikin? Piştî vegerê me gundên xwe bi xwe parast. Di her şevekê de mêr û jinên gund çek rakirin û gund parastin. Piştî êrişa yekemîna ya çeteyên Cebhet El-Nusra û rizgarkirina herêmên me, em di nav ewlehiyê de bûn. Em gelek vehesîbûn. Em ji kabûsa şer xilas bibûn. Lê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmehê de ewlehiya me veguherandin wêraniyê piştî ku gund û bajarên me topbaran kirin."

Cemîle teqez kir ku çeteyên li gundê Tweymiyê dimînin, gund veguherandin bargehek leşkerî û şêniyên din li mala wan bi cih dikin. Cemîle got: "Şêniyên li gund mane ji me re teqez kirin ku malbat, jin û zarokên çeteyan di mala min de ne."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M0Y75SubKsY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>