Rêveberiya dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkan wergirt

Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkên dibistanan ên sala xwendinê wergirt. Di demekê de ku êrişên deweta Tirk li ser herêmê û pêla koçberiyê jî pê re dewam dike, her wiha piraniya rêyan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine girtin.

Rêveberiya dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkan wergirt
Rêveberiya dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkan wergirt
Rêveberiya dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkan wergirt
Rêveberiya dibistanên Kobanê beşa 10`emîn a pirtûkan wergirt
22 kanûn, 2019   11:36
KOBANÊ

Tevî rewşa şer ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên dewleta Tirk tê re derbas dibe, li herêmê perwerde bi rêk û pêk dewam dike.

Desteya Perwerdeyê û saziyên girêdayî wê, karên xizmetê û perwerdeyê dewam dikin û hemû pêdiviyên dibistanan ji sobe û sererastkirinê peyda dikin. Her wiha cihên xwendinê ku şertê bingehîn e di çalakiya perwerdeyê de, peyda dikin.

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan pêncşema borî, beşa 10`emîn a pirtûkan ku ji 100 hezar pirtûkan pêk dihat, wergirt. Bi vê yekê hejmara pirtûkên kurdî ku wergirtine, dibe 289 hezar û 272, yên erebî jî dibin 288 hezar û 126 pirtûk.

Lê belê hîna pêwîstiya dibistanan bi 40 beşên din ji pirtûkên zanist, bîrkarî û zimanan bi her du zimanên erebî û kurdî heye.

Tê payîn ku ev pirtûk li hemû dibistanên bajarê Kobanê û navçeyên wê Qinê, Sirîn û Çelebiyê werin belavkirin. Her wiha komîteyên têkildar ên Desteya Perwerdeyê karê sererastkirinê dewam dikin û pêdiviyên dibistanan peyda dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xebata perwerdeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15`ê Îlonê de dest pê kir. Desteya Perwerdeyê li herêma Firatê 478 dibistan li Kobanê û 426 dibistan li Girê Spî vekirin.

(cx)

ANHA