Li Xaneqînê operasyona li dijî DAIŞ`ê, 7 çete hatin kuştin

Hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ û hêzên asmanî yên Iraqê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin. Di encamê de 7 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Li Xaneqînê operasyona li dijî DAIŞ`ê, 7 çete hatin kuştin
22 kanûn, 2019   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li navçeya Xaneqînê helîkopterên ne nas startgehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li ser mijarê fermandarê Lîwaya Mexawirî a supayên Iraqê Rukin Zerxam Ebdulxazî ji Rojnews re axivî û da zanîn ku, êrişa dijî DAIŞ’ê bi hemahengiya navbera hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ û hêzên asmanî yên Iraqê pêk hatiye.

Ebdulxazî diyar kir ku di encama bombebaranê de 7 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Her wiha anî ziman ku ev demeke dirêje, li ser operasyona hemberî çeteyan agahî tên komkirin û herî dawî duh bişev li derdora Xaneqînê operasyon hatiye destpêkirin.