Rejîm ji du aliyan ve li Idlibê bi pêş ve diçe

Hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya asîmanî ya Rûsyayê li bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê bi pêş diçin. Bi wê re jî hejmara gundên ku kontrol kirine, gihîşt 25 gundan. Her wiha bombebarana asîmanî û bejahî ya dijwar berdewam e.

Rejîm ji du aliyan ve li Idlibê bi pêş ve diçe
22 kanûn, 2019   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya asîmanî ya balafirên şer ên Rûsyayê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di asteke dijwar de li bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê di nava pêşdeçûna hêzên rejîmê ji gelek aliyan ve, berdewam e.

Naveneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê piştrast kir hêzên rejîmê li bejahiya Meret Nûman a başurê Idlibê bi pêş de diçin û heta niha ji destpêka êrişên wê yên ji 19’ê vê mehê ve, serwerî li ser 25 gundan kiriye.

(fr)