Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin

Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê diyar kir ku jinên Reqayê di çarçoveya hemleya “Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin ji bo ku biparêzin"  de dengê xwe bilind kirin.

Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
Jinên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin
22 kanûn, 2019   05:35
REQA-RUBA EL-ELÎ

Piştî gefên Tirkiyê ji bo ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, Rêveberiya Jin a herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê di 23`yê Tîrmehê de hemleyeyek bi dirûşmeya Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin ji bo ku biparêzin” dan destpêkirin. Jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hemleyê bûn.

Piştî ku artêşa Tirk a dagiker êriş kir, rêveberiyê careke din hemleya xwe di 19`ê Îlonê de bi dirûşmeya Dagirkerî tundî ye bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê hilweşînin berdewam kir. Hemle di 18`ê Kanûnê de bidawî bû.

Tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li hemleyê bûn û serî li hember artêşa Tirk a dagirker hildan. Her wiha rave kirin ku ew binpêkirinên hovane li herêmên dagirkirî red dikin.

Derbarê hemleyê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xelîxe Ebdî got: "Hemle biserket û li hundir û derveyî Sûriyê deng veda. Me hewl da bi rêya çalakiyê hemleyê rûyê rastîn ê dagirkeriyê û timeyên wê di dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxist holê. Her wiha me ronahî berda ser tundiya li dijî jinê ji hêla dagirkeriyê ve û beriya wê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve tê kirin."

Zehîxe Ebdî diyar kir ku jina ereb karî dengê xwe bilind bike, serî li hember tehdîdên Tirkiyê hilde û teqezî li piştgiriya xwe ji Hêzên Sûiya Demokratîk û girêdana bi axa welêt bike.

Di dawiyê de Zelîxa got jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li aştiyê digere û armanc dike aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî çareser bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fTVDHSHtQj4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>