ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2019
22 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Partiyê Sûriyê ya Pêşerojê panelekê der barê koçberî û koçberkirina bi zorê de li hola  Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê Ciwan Efrîn û Çiya Cûdî re dixwazin, konên sersaxiyê li pêşiya malên şehîdan tên vedan, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê QSD‘ê Devrim Dêrsim diyar kir ku çeteyên ku dewleta Tirk ew di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar di anîn bi xwe çeteyên DAIŞ‘ê ne, lê bi cilekê cûda ne û got:  "Mîna DAIŞ‘ ê (Allah Ekber) qîr dikirin. Piraniya wan ji nasnameyên Tûnisî, Misrî, Afxanî û Pakistanî bû." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarokên DAIŞ‘î radestî sefîr û nûnerê Fînlandiyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Kai Sauer kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê PYD‘ê Welat Mamo got: ‘‘Berjewendiyên gelê Kurd di ser hemû berjewendiyên partiyetiyê de ye. Divê hemû partiyên Kurdî di bin sîwana rêveberiyeke hevbeş de bibin yek da ku astengiyan derbas bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Muxalîfê sûrî Elî Rehmon diyar kir ku rejîma Sûriyê hewl dide mafên Kurdan bide aliyekî û tenê sozan dide. Rehmon got: “Îtîlafa Watanî ya Sûriyê rewabûna xwe winda kir û veguherî amûrek di destê Tirkiyê de.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Veguhatina Sûriyê Mistefa Qeleçî îşaret bi civînên Astanayê kir û got: “Civînên Astanayê ji bo parvekirina xaka Sûrî li ser dewletên garantor re ye. Gelên Sûriyê di civînan de ne xwedî rol in. Tenê wêne ji xwe re kişandin, li gel ku heke bi erêkirina Amerîka û Astana bûna dê Erdogan li dijî Sûriyê êriş pêk neanîbûna. Di heman demê de em ê destûa girêdayî ajandeyên derve qebûl nekin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rejîma Sûriyê û Rûsya têkildarî Idlibê dest bi toreke nû kirin, bi taybet piştî axaftinên li ser amadekariyên şerê mezin, der barê wê de çavdêr pirsa ihtîmala ku Erdogan gefên xwe yên li dijî DYA‘yê pêk bînin dikin. Li aliyekî din jî şer nêzî paytexa Lîbyayê Terablusê dibe. (BI WÊNE).

JIN

- Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê diyar kir ku jinên Reqayê di çarçoveya hemleya “Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin ji bo ku biparêzin" de karîbûn dengê xwe bigihîne qadên navdewletî. Di hemleyê de asta hevgirtin û girêdana jinên Reqayê bi yekitiya axa Sûriyê derket pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Hunermend Kawa Bozo azarên xwe yên di dema hatibû revandin, di  girtîgehên çeteyên Mertal Firatê de û şerên li dijî dagirkeriya Tirk de kişandî, kir gotinên stranên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” piştî ku malan wan talan kirin, agir bi malan xistin. Ji aliyekî din ve şênî û saziyên sivîl ên bajarê Qamişlo hewl didin tevahiya pêdiviyên koçberên li bajêr peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberan wiha hovîtiya çeteyên artêşa Tirk wesf kirin: “Malên me bombebaran kirin. Mal û milkên me dizîn. Em dixwazin ew ji malên me derkevin û em bizivirin warê xwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA