​​​​​​​Koçber zilm, talan û hovîtiya dewleta Tirk vedibêjin

Koçberan wiha hovîtiya çeteyên artêşa Tirk wesf kirin: “Malên me bombebaran kirin. Mal û milkên me dizîn. Em dixwazin ew ji malên me derkevin û em bizivirin warê xwe.”

​​​​​​​Koçber zilm, talan û hovîtiya dewleta Tirk vedibêjin
​​​​​​​Koçber zilm, talan û hovîtiya dewleta Tirk vedibêjin
​​​​​​​Koçber zilm, talan û hovîtiya dewleta Tirk vedibêjin
​​​​​​​Koçber zilm, talan û hovîtiya dewleta Tirk vedibêjin
22 kanûn, 2019   06:00
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser ji koçberên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re 64 navend veqetandin, her wiha li rojavayê bajarê Hesekê anku bajarokê Tiwêna kamp vekir.

Ajansa HAWAR`ê li navenda Fatîma El-Zehaa ya li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê rewşa koçberan û zehmetiyên ji ber demsala zivistanê dikişînin şopand. Di vê derbarê de Fatima Xelef koçbera ji herêma Erîşa ye. Xelef got: “Çeteyên artêşa Tirk malên me topbaran kirin û niha bûne xwelî, dema em ji malên xwe derketin me tiştek bi xwe re dernexist.”

Tevî bi dehan rêxistinên mirovî hene, lê kesî alîkariya koçberan nekirin û li gorî rewşa siyasî tevgeriyan.

Fatîma Xelef got: “Dema me nû koç kiribû  rewşa me nebaş bû. Lê niha rewşa wan kambax e û bi zehmetiyên demsala zivistanê re rû bi rû ne.”

Fatima got: “Hinan ji min re gotine ku çeteyan malên gundên me bombe kirine. Çeteyan 50 torbe cehê erdê me û 55 torbe beton ji malê dizîne. Lê em banga derxistina çeteyan û vegera li malên xwe dikin.”

Li milekî din de koçberê ji Serêkaniyê Dabil Xidir El-Meqsûr amaje bi rewşa xwe ya berî ku çete herêmê dagir bikin, kir û got: “Rewşa me baş bû. Axa me dagirkirin. Em li hêviya derxistina çeteyan û vegera malên xwe ne.”

Rewşa malbata Dabil El-Meqsûr ku ji 5 kesan pêk tê zor e û ji ber  hevsera wî lal e nikare kar bike.

Lê belê zaroka bi navê Sefaa Hisên ku ew jî ji koçberên Serêkaniyê ye wiha pave dike, piştî êrişên artêşa Tirk li dijî herêmê em ji ber topbaranê ji malên xwe derketin û hêviya vegera li dibistana xwe dikin.

(eh)

ANHA