Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Rejîma Sûriyê û Rûsya têkildarî Idlibê dest bi toreke nû kirin, bi taybet piştî axaftinên li ser amadekariyên şerê mezin, der barê wê de çavdêr pirsa ihtîmala ku Erdogan gefên xwe yên li dijî DYA‘yê pêk bînin dikin. Li aliyekî din jî şer nêzî paytexa Lîbyayê Terablusê dibe.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî
22 kanûn, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên di hefteya derbasbûyî de qala şerê li Idlibê, aloziya di navbera Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, aloziya Lubnanê û şer li Lîbyayê kirin.

EL-WETEN: ARTÊŞ AMADEKARIYA ŞEREKÎ MEZIN LI IDLIBÊ DIKE Û BALAFIRÊN ŞER JÎ TERORÎSTAN DIKIN HEDEF

Rojnameyên erebî yên îro der bare rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan jî rewşa li herêma Idlibê. Di vê derbarê de rojnameya El-Weten a girêdayî rejîma Sûriyê wiha nivîsand: "Agahî hene ku alîkariyên mezin ji artêşa Sûriyê re li Idlibê hene da ku li Idlibê dest bi şerekî mezin bike. Balafirên şer ên Sûriyê û Rûsyayê bombebarana li ser baregehên rêxistinên terorist zêde kir û zerarên mezin gihandin wan.”

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyeke meydanî ya girêdayî rejîmê wiha got: "Artêşê dest bi amadekariyên şer kiriye. Balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê bombebarana li ser belavbûna terorîstan li Seraqib û Maret El-Naman zêde kir. Terorîstan jî bi top û moşekan êriş kir, bi taybet cihên nêzî rêya navdewletî yên di navbera Heleb, Hema, bajarê Seraqib, Maret El-Naman û gundewerên wê."

EL-EREB: ŞAM DEST BI JIMARTINA DEMA ŞERÊ MEZIN Ê IDLIBÊ DIKE

Rojnameya El-Ereb di vê der barê de wiha nivîsand: "Artêşa Sûriyê di rojên dawîn de bombebarana hewayî û topbarana bejahî li herêmên Idlibê ya bakurê rojavayê welêt zêde kir. Agahî ji aliyê hikumetê ve têne belavkirin ku şerê mezin ê Idlibê pir nêz bûye. Ev yek jî pirsan di serê mirov de çêdike û bi taybet der barê helwesta Tirkiyê ya destekê dide komên şerker li herêmê."

Li gorî çavdêran ku pirsgirêka vegerandina Idlibê ji Moskov û Şamê re diyar e. Lê belê heta niha jî nikarin dema wê diyar bikin. Tevî ku pîvanên destpêkirina wê dest pê kirine."

EL-ÎMARAT EL-YEUM: SEROKÊ LUBNANÊ HESAN DIYAB JI BO AVAKIRINA HIKUMETA NÛ ERKDAR KIR

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Îmarat El-Yeum wiha nivîsand: "Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn duh piştî bidawîkirina şêwiran, bang li wezîrê berê û mamosteyê zanîngehê Hesan Diyab kir da ku hikumeta nû ava bike. Ev yek jî destek ji aliyê parlamenterên "Hizbullah" û hevalbendên wê, girt. Piştî zêdetirî meh û nîvekê ji istîfakirina hikumeta berê."

Gerînendeyê giştî ya Serokatiya Komarê bi daxuyaniyekê wiha got: "Piştî ku serokê Lubnanê şêwirên xwe pêk anîn û piştî ku şêwira serokê meclisa parlamenteran kir û ew der barê encaman fermî de agahdar kir, serok bang li Hesan Diyab kir da ku hikumeta nû ava bike."

EL-EREB: GIRTINA BAREGEHA ÎNCÎRLÎKÊ; GELO ERDOGAN TEMENÊ GEFÊN XWE YÊN BIHÊRS TEHEMÛL DIKE?

Li ser rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bi rêya gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên girtina baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya Încîrlîkê ya li başêrê welat a li ser sînorê Sûriyê, Tirkiyê ber bi nakokiya bilind di têkiliyên bi DYA’yê re dibe. Erdogan dem ji van gefan re diyar nekir. Lê belê ragihand ku heke pêwîst bû dê bigirin. Ew jî bersiva li ser gefên Amerîkayê ne."

EL-BEYAN: ARTÊŞA WETENÎ YA LÎBYAYÊ NÊZÎ DILÊ PAYTEXTÊ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê di şerê ber bi rizgarkirina peytextê ve pêşketineke girîng bidest xist. Piştî ku gelek pêşketinên nû li gelek herêman bidest xist. Her wiha şerê Terablusê derbasî pêngaveke nû bû û têkbirina milîsên El-Wîfaq nêz dibe.