Piştî pêşdeçûna rejîmê li bejahiya Idlibê, Heleb hat topbankirin

Li Helebê şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk û leşkerên rejîma Sûriyê berdewam e. Li gorî agahiyan rejîma Sûriyê bajarokê Qetera yê bejahiya parêzgeha Idlibê kontrol kiriye.

Piştî pêşdeçûna rejîmê li bejahiya Idlibê, Heleb hat topbankirin
21 kanûn, 2019   20:43
HELEB

Piştî ku hêzên rejîmê bi piştgiriya balafirên Rûsya bajarokê Qetra yê bejhaiya başûrê Idlibê kontrol kir, çeteyên artêşa Tirk ên li rojavayê bejahiyê dîsa taxên Hemdaniyê û projeyê 3 hezar avahî yên li bajarê Helebê bi moşekan herêmî, topbaran kir.

Li milekî din hêzên rejîmê derdora bajarokê El-Hadir, Cezraya û gundê Xelsê yê bejahiya başûrê Helebê ku di bin serweriya artêşa Tirk de ye topbaran û bombebaran kirin.

Di demên dawîn de li bajarê Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên artêşa Tirk de şerekî dijwar rû dide.

(eh)