Lêkolînerekî Misrê: Gefên Erdoganê yên li dijî Misrê ehmeqî ne

Lêkolînerê siyasî yê Misrê Mustefa Emîn Umer diyar kir ku Tirkiye hewl dide miqdareke mezin a pereyan ji bo wergirtina petrol û gaza di Deryaya Spî de dabîn bike û got: “Gefên Erdogan ên li dijî Misrê ehmeqî ne û dê bi tinekirina hebûna Tirkiyê li herêmê bi dawî bibe.”

Lêkolînerekî Misrê: Gefên Erdoganê yên li dijî Misrê ehmeqî ne
21 kanûn, 2019   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN – YIHYA HEBÎB

Aloziya di navbera Misr û Tirkiyê ya der barê rojhilatê Deryaya Spî de zêde dibe, nemaze piştî tevgera Enqere ya di Lîbyayê de, ya dawî nîşaneyên Erdogan ên şandina leşkerên ji bo Lîbyayê û gefên dagirkirina Misrê.

Têkildarî vê mijarê lêkolînerê siyasî yê Misrê û pisporê di Karûbarên Komên Îslamî Mustefa Emîn Umer ji ANHA‘yê re axivî.

‘TIRKIYE  DIXWAZE GELEK PEREYAN BIHÊLE Û JI BO STANDINA PETROL Û GAZÊ XERÇ BIKE’

Lêkolînerê misrî di destpêka axaftina xwe de got: "Tevgera Tirkiyê ya zêde ya ji bo hebûna xwe di Deryaya Spî de çêbike helbet dîroka wê ya dirêj heye. Tirkiyê di demên dawî de dest bi talankirina berhemên Qibrisa Yewnanistê kir. Bi vê yekê hewl dide sûdê ji berhemên wê yên aborê yên dewlemend ên di Deryaya Spî de çi petrol be û çi Gaz be bigire. Ji vê mijarê armancên Tirkan bi tevahî pragmatîk in.”

Umer got: “Tirkiye dixwaze rêjeyeke mezin ji bermahiyên Deryaya Spî qezenc bike. Ji ber ku herêmên li beramberî wî xwedî berhemên dewlemend in. Ji ber vê yekê hewl dide bi rêya tevgerên xwe bi qasî 42 milyar dolar peyda bike û ji bo wergirtina madeyên petrol û gazê xerç bike."

‘TIRKIYÊ ARMANCÊN XWE DI HIKÛMETA WÎFAQ DE DÎT’

Li ser destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de Mustefa Emîn Umer got: “Tirkiyê di Lîbyayê de gelek xenîme dît û ji ber sedemên dîrokî têkiliyên wê bi Misir, Yewnanist û Qibrisa Yewnanistê re ne baş in. Di encamê de nikare destkeftiyan di Deryaya Spî de qezenc bike, ji ber wê armancên xwe Hikûmeta Wîfaq an jî Meclisa Serokatî ya bi serkêşiya Îxwan El-Muslimîn de dît. Ji ber vê yekê ev hikûmet ji bo Tirkiyê qezenciyeke mezin e."

Der barê helwesta Misrê lêkolînerê siyasî wiha axivî: “Misr dibîne ku ev rewş ne xwezayî ye û kesybaziyek ji aliyê Tirkiyê ve ye û hewldaneke ku hêza bighîne bakurê Afrîkayê. Misr li pêşiya projeyên Tirkiyê yên berfirehkirina Îxwan El-Mislimîn disekine , anku projeyê ku Tirkiyê û Qeter li herêma erebî îdîa dikin.

Ev tişt ji Misrê re fikar çêkir. Ji berê hişt ku bi awayekî mutezin û siyasî nêzîk bibe. Geleke nameyên diyar der barê hêza xwe ya leşkerî de şandin ku dikarî her tevgereke Tirkî bibersivîne.

Berjewendiyên mezin ên aborî yên Misr girêdayî berjewendiyên Yewnanist û Qibrisê di çarçoveya lihevkirinên syasî û aborî yên di navber hersê aliyan de hene. Di encamê de parastina Misir ji herêmên xwe yên aborî û yên hevalbendên wê mijareke pêwîst e. Texmîn dikim ku Misr dikarî bi temamî vê yekê pêk bîne. Hêza Misr a siyasî û aborî heye ku di bihêle Tirkiyê li xwe vegere."

Emîna Umer wiha li axaftina xwe zêde kir: "Heta niha projaya Tirkiyê di çarçoveya daxuyanî û desteka lojîstîk a bi hikûmeta Wîfaq a Lîbayayê û milîsên terorîst ên li Lîbayayê sînordar maye û negihiştiye merheleya hevkariya giştî. Bi nêrîna min daxuyaniyên li pey hev ên ji aliyê Tirkiyê ve yên der barê vê mijarê de hewldaneke ji bo stantajkirina Misrê ye. Lê helwesta Misir diyar e ku wê nehêle bi ti awayan aliyên Tirkiyê û hikûmeta Wîfaq berjewendiyên Misr ên aborê desteser bikin."

‘GEFÊN ERDOGAN ÊN LI DIJÎ MISRÊ EHMEQÎ NE’

Girêdayî gefên Erdogan ên li dijî Misrê Mustefa Emîn Umer got: "Axaftinên Erdogan ên der barê dagirkirina Misr di nava çend saetan de ehmeqiya wî diyar dike. Dide nîşandan ku ew jî dîrok û erdîngariyê fêm nake. Misr dikare bersiveke xurt û bi bondor da. Heger Erdogan karibe wisa bike bila bike wê derseke nû bibîne ku ji dersa ku pêşeyên wê di şerê Qonya û Nezîb de bi destê Îbrahîm Paşa dîtibûn ne kêm be. Dê hêza leşkerî û ya lojîstîk a Tirkiyê û hêzên wê yên di Derayay Spî de têk bibe. Misr êdî nema wekî berê ye, dikarî bersiva her ehmeqiyên ji aliyê Erdogan û hevalbendên wê yên komên terorîst ve bide. Tirkiyê ne bi rêya Îxwanan be nikare bighêje Misrê, ku rola wan di Misr de bi dawî bûye û nema vedigere."