Rûsya û Çînê li dijî dirêjkirina dema şandina alîkariyan ji Sûriyê re veto bi kar anîn

Li Konseya Ewlekariyê Rûsya û Çînê li dijî projeya Almanya, Belcîka û Kiwêtê ya dirêjkirina şandina alîkaiyên NY`î ji bo Sûriyê heya salekê veto kir.

Rûsya û Çînê li dijî dirêjkirina dema şandina alîkariyan ji Sûriyê re veto bi kar anîn
20 kanûn, 2019   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev vetoya Rûsyayê ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`n de ya 14‘an e. Ya Çînê jî di çar mehan de ya duyemîn e. Endamên konseyê yên 13 proje erê kirin.

Dema mekanîzmeya gihandina alîkariyan bi rêya nuqteyên ku ne di bin kontrola rejîma Sûriyê de di 10`ê Çileyê de bidawî dibe. Rûsyayê jî li hember dirêjkirina wê dijber disekine ji ber ku Moskova hewl didine kontrola rejîma Sûriyê li ser welêt xurt bike.

Niha 4 nuqeteyên li ser sînor ji bo gihandina alîkariyan têne bikaranîn. Du li Tirkiyê, yek li Urdinê û yek din bi rêya Iraqê. Her wiha nîqaş li ser vekirina nuqteya pêncan bi rêya Tirkiyê li Girê Spî tê kirin.

Nuqteya pêncan di projeya Almanya, Belcîka û Kiwêtê pêşkêş kirine diyar dibe.  Welatên ku ji bo beşê mirovî di dosyaya Sûriyê de hatine erekedar kirin hewl didin peywira NY`î heta salek din nû bike.

Moskova ya dihesbîne ku rewşa meydanî piştî ku rejîma Sûriyê careke din herêmên zêde ji axa Sûriyê kontrol kir hate guhertin. Moskova di projeya xwe de pêşniyar dike ku du nuqteyan ji 4 nuqteyên heyî bên girtin.

Deriyên sînor ku Rûsya dixwaze wan bigire, deriya sînor a El-Yarûbiye li ser sînorên di navbera Iraq û Sûriyê de. Ya din jî deriya sînor El-Remsa di navbera Sûriyê û Urdinê. Moskova pêşniyar dike ku ev projey tenê ji bo şeş mehan li şûna salekê dirêj bibe.

Deh endamên ne daîm ên Konseya Ewlekariyê  roja Sêşemê bang li Rûsyayê kiribûn ku li dijî dirêjkirina karê mekanîzmeya gihandina alîkariyan nesekine.

Belcîka, Rûsya, Almanya, Endunisiya, Başûrê Afrîkyayê û komara Domînîk, Berva El-Ac, Xînya, Kiwêt, Peru û Polenda di daxuyaniya xwe de li avahiya NY`î wê demê gotin: "Encamên ne nûkirina mekanîzemyê wê trajedîk bin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev berpirsyariyek hevpar e ji Konseya Ewlekariyê re. Em bang li tevahiya endama dikin ku girêdayî doza mirovî yek bimînin."

(şx)