Şêxê Qebîleya El-Neîm: Li derdora projeya netewa demokratîk kom bibin

Şêxê Qebîleya El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi got: “Rejîm û komên bi navê opozisyona derve hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.” Şêx Ebdulrehman bang li şêxên eşîre û qebîleyên Sûriyê kir ku li kêleka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Şêxê Qebîleya El-Neîm: Li derdora projeya netewa demokratîk kom bibin
21 kanûn, 2019   06:15
REQA – EHMED MIHEMED

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ku di 9‘ê Cotmehê de destpê kir, daxuyaniyên rejîma Sûriyê û komên bi navê Opozisyonê yên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser  zêde bûn. Ew proje wek parçebûnê bi nav dikin. Piştre civînên rayedarên rejîmê li herêma Cizîrê bi aliyên Ereb re bi rêve çûn. Ya herî dawî hevdîtina berpirsê Ewlehiya Netewî Elî Memlûk bi eşîrên Ereb re. Memlûk ji wan xwestibû ku zarokên xwe ji nava QSD‘ê vekişînin.

Têkildarî van civînan bi taybet di dema êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê, her wiha der barê helwesta qebîleya El-Neîm ji encamên van civînan Şêxê Qebîleya El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi ji ANHA‘yê re axivî.

Şêx Ebdulrehman El-Cedûi der barê civîna 5‘ê kanûnê ya di navbera Elî Memlûk û hin aliyên Ereb de got: "Eşîrên Ereb ên destpêkê ne ku ji aliyê terorê û pergelên desthildar û dewletên rojavayê  ve yên ku teror derbasî herêmê kirine, têne hedefkirin. Em eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di yekrêzê de bi pêkhateyên herêmê re sekininî."

Têkildarî armanca vê civînê şêx Ebdulrehman got: “Rejîm û komên navê opozisyona derve li xwe dikin bi rêya daxuyanî û civînan hewl didin fitneyê di navbera eşîrên Ereb de û navbera eşîran û pêkhateyên herêmên de derxînin.

Der barê hewlesta Qebîleya El-Neîm ji van civînan, Şêx Ebulrehman got: " Em bi dil û can bi Hêzên Sûriye Demokratîk re ne. Çareserkirina aloziya Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê dike. Çareserî bêyî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya wan a netewa demokratîk ne pêkan e. Ji ber di vê projeyê de çareseriya aştiyane û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan de diyar dibe."

Şêx Ebdulrehman di nava axaftina xwe de bang li tevahî aliyên siyasî yên derve û rejîma Sûriyê kir ku werin herêmê û tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên wê û ewlehiya herêmê ya bi saziya QSD‘ê hatiye rûniştandin ji nêz ve bişopînin û di çareserkirina aloziyê de sûdê jê bigirin.

Şêxê Qebîleya El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi bang li şêxên eşîre û qebîleyên Ereb kir ku di yekrêzî de li kêleka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û li derdora projeya netewa demokratîk kom bibin. Her wiha banga parastina herêmê ji her êrişan û hewldanên derxistina tevliheviyê kir û got: "Projeya netewa demokratîk pêşeroja me ye".

ANHA