Li Eyn Îsayê 5 hezar xwendekar ji mafê xwe xwendinê bê par mane

Li herêma Eyn Îsa ji ber dagirkeriya Tirk, nêzî 5 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man, li gel vê yekê komîteya Perwerdê ya şaxê Eyn Îsayê hewldanên berdewamkirina xwendinê dikin.

Li Eyn Îsayê 5 hezar xwendekar ji mafê xwe xwendinê bê par mane
Li Eyn Îsayê 5 hezar xwendekar ji mafê xwe xwendinê bê par mane
Li Eyn Îsayê 5 hezar xwendekar ji mafê xwe xwendinê bê par mane
20 kanûn, 2019   09:52
EYN ÎSA-TIRKÎ EL-GALIT

Piştî artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, proseya xwendinê li Eyn Îsa wekî qadanên xizmetguzariyê bandor bû.Tê zanîn ku artêşa Tirk bajarok û gundên derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encama êrişan de li bajarokê El-Elî Balîciyê û Ebû Xerzê yên navçeya Eyn Îsayê ji eslê 149 dibistanan 60 dibistan hatin girtin, li gel ku li gundên nêzî xeta sînor 20 dibistan hatin girtin û di encamê de 5 hezar xwendekar ji mafên xwendinê bê par man.

Çavkaniyan ji herêmên dagirkirî ragihandin ku çeteyan dibistanên bajarokê El-Elî Baceliyê talankirin, her wiha artêşa Tirk dibistana Cirin a bajarokê Ebû Xerza topbaran kirin.

Di vê derbarê de komîteya perwerdê ya Eyn Îsayê bi hemû derfetên xwe hewl dide dibistanên li navçeyê û gundên pê ve girêdayî vegerîne wekî berî topbaranê û wer dê xwendekaran teşwîqî xwendinê bikin, bi komînan re bicivin da ku zarokên xwe bişînin dibistanê.

Berdevka komîteya perwerdê ya navçeya Eyn Îsayê Mizgîn Kobo îşaret bi êrişên dawîn û koçberkirina şêniyên û di encamê de proseya xwendinê hate sekinandin kir.Her wiha amaje bi tirs û xofa şêniyên ji rûdanên topbaranê kir.

Mizîng Kobo diyar kir ku li navçe û gundên derdorê ji destpêka heftiyê de dibistan hatine vekirin û şênî zarokên xwe dişînin.

Hêjayî bibîrxistinê ku gerînendeya perwerdê serjimanriya xwenekarên sala xwendinê ya 2019-2020`an ragihand û got, 18 hezar xwendekarî beşdarî sala xwendinê bûne, li gel ku 600 mamoste jî hatine erkdarkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZBM6mZbX4fc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>