‘Aliyên ku piştgiriya yekîtiyê nakin berjewendiyên xwe didin pêşiya doza Kurd’

Rêveberê Partiya Yekîtiya Kurd a Demokratîk li Sûriyê Xebat Mihemed got: "Berjewendiya herî bilind ji berjewendiyên taybet nirxdartir e. Hinek aliyên ku piştgiriya însiyatîfa lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê pêvajoyê de nakin, berjewedniyên xwe yên partiyetî li ser hesabê yekitiya gelê Kurd tercîh dikin."

‘Aliyên ku piştgiriya yekîtiyê nakin berjewendiyên xwe didin pêşiya doza Kurd’
20 kanûn, 2019   09:41
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN-ÎSAM ABDULLAH

Derbarê girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanê di van şertûmercên hesas de yên ku Kurdistanê bi giştî tê re derbas dibe, endamê komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd a Demokratîk li Sûriyê Xebat Mihemed ji ajansa me re axivî.

Mihemed behsa însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kir û got: "Însiyatîfek baş e. Ji tevahiya hêz û partiyên siyasî tê xwestin desteka însiyatîfê bikin. Bi taybet li gel şertên ku Rojava tê re derbas dibe ji êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker."

Mihemed wiha domand: "Ji bo sekinandina li hember van êrişên hovane helwestek bi hêz pêwîst dike. Ji bo xurtkirina wê helwestê pêwîste tevgera siyasî ya kurdistanî bi giştî yekitiya xwe ava bike. Lewra wek partiyek siyasî li Rojava em tev li tevahiya civînên şêwiriyê yên ku bi hêzên kurdistanî re li Kurdistanê yên ku lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanê armanc dikin lidar ketine bûn û me desteka wan civînan kir.  Eger lidar kevin em ê tev li bibin."

Têkildarî hevdîtinên şêwiriyê yên ku di demên berê de lidar ketine Mihemed got: "Beriya ku Tirkiyê Efrîn, Serêkaniy û Girê Spî dagir bike gelek hevdîtinên şêwiriyê li Rojava lidar ketin. Di vê pêvajoya hesas de ku Rojava tê re derbas dibe  wek tehdîdek rastî û cidî tê hesibandin û beriya ku dem derbas bibe, divê kongeya neteweyî ya kurdistanê lidar keve."

Girêdayî lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî Mihemed got: "Xebatên ku ji bo lidarxistina kongreyê ji hêla KNK`ê ve hatine dayîn ne nû ne. ji dehan salan ve KNK`ê hewl da kongreyê lidar bixe. Lê pirsa ku ji tevgera siyasî tê pirsîn gelo çima kongre heta niha lidar neket?"

Mihemed teqez kir ku pêwîste yekrêziya refa kurdî li ser asta tevgera siyasî ya Kurdistanî pêk were. Mihemed diyar kir ku ji ber ku berjewendiya herî bilind ji berjewendiyên taybet nirxdartir e û wiha domand: "Hinek aliyên ku di vê pêvajoyê de piştgiriya însiyatîfê nakin, berjewendiyên xwe yên partiyetî li ser hesabê yekitiya gelê kurd tercîh dikin."

(şx)

ANHA