QSD’ê encamên roja 71`an ên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin

​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya QSD`ê encamên roja 71`an ji şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.

QSD’ê encamên roja 71`an ên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin
20 kanûn, 2019   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê encamên roja 71`an ji berxwedan û şerê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên di bin serweriya wê de li herêma Serêkaniyê tevgera xwe ya dagirkeriyê didomînin. Komên çete bi çekên giran êrişî gelek deverên sivîl kirin û hewl dan dagirkeriya xwe berfireh bikin. 

SERÊKANIYÊ

Artêşa dagirker li gundê Mişrefa û derdora wê bi obus û tankan êrişî herêmên sîvîl kir û bi dijwarî topbaran kir. Di encama wê de ziyanên mezin gihîştin mil û milkên welatiyên sîvîl. Gundên Um El-Îşba, Til Hermel û El-Esediyê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Sererastkirin: Di daxuyaniya me ya duh de, bûyerek ku li Serêkaniyê qewimîbû wekî li Amûdê hatibû diyarkirin. Gundê Mişêrfê yê ku me duh weke ser bi Amûdê ve bi nav kiribû, girêdayî Serêkaniyê ye."