Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir

Êzidiyên Efrînê îro di saetên sibê de bi boneya Cejna Êzî serdana goristana şehîdan a li navçeya Ehres a herêma Fafîn a Şehbayê kir.

Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
Êzidiyên Efrînê Cejna Êzî pîroz kir
20 kanûn, 2019   09:05
ŞEHBA

Bi dehan malbatên êzidî û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan boneya Cejna Êzî serdana goristana şehîdan a li navçeya Ehres a herêma Fafînê ya kantona Şehbayê, kir.

Civaka Êzidî piştî 3 rojan rojî (sêşem, çarşem û pêncşem) ji hefteya destpêkê ya meha Kanûnê û li gorî salnameya kurmancî Cejna Êzî pîroz dikin. Cejna Êzî bi cejna "Cejna Rojiya Mezin" jî tê naskirin. Di navbera salnameya zayînî û salnameya şerqî de 13 roj ferq heye.

Li goristanê êzidiyan kulîlk danîn ser gorên şehîdan. Paşê ji rêveberên Yekitiya Êzidiyan Mustefa Nebo axivî û Cejna Êzî li tevahî civaka êzidî û gelê herêmê pîroz kir.

Her wiha ji rêveberên Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Silêman Cafer û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Murad, axivîn.

Di axaftinan de Cejna Êzî li tevahî şêniyan hat pîrozkirin û hêviya aramî û ewlehiyê ji hemû gelan re hat xwestin. Her wiha axaftvanan got ew bi hêvî ne li Efrînê vegerin, cejna xwe li warê xwe pîroz bikin û Efrîn ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin.

(bx)

ANHA