Mijarên rojnameyên erebî – 20 Kanûn

Rojnameyên erebî vê sibehê bal kişand ser vegera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Washingtonê ya bêhêvîbûnê bi sedema stratejiyên rojava yên ku 5 kaxezên fişarê ji rejîmê re û guhartina lîstoka bi Moskovê re danîne. Her wiha jî behsa erkdarkirina serokê hikumeta Lubnanê û berdewama aloziya Iraqê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 20 Kanûn
20 kanûn, 2019   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, krîza Lubnanê û aloziya Iraqê kir.

EL-ŞERQ EL-EWSET: 5 KAXEZÊN ROJAVA YÊN FIŞARÊ LI SER ŞAMÊ Û GUHARTINA LÎSTOKA BI MOSKOVÊ RE

Rojnameyên erebî vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî fişara rojava li ser rejîma Sûriyê. Di vê çarçoveyê de rojanameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Washingtonê beriya çend rojan bi bêhêvîbûnê vegerî.  Ew jî li ser helwesta rêveberiya Amerîkayê ya der barê dosyaya Sûriyê de.  Ji ber ku ew agahdar kir ku dê qanûna Sezer pêk bê û dê piştre cezayên aborî yên Ewropayê, 5 kaxezên fişarê yên siyasî li ser Şamê û guhartina hêmanên lîstokê bi Moskovê re pêk bên, da ku ber bi çareseriyeke cidî li Sûriyê ve biçe ku lawazbûna serweriya Îranê garantî bike.

Li gorî Moskovê jî, destpêkirina xebatên komîteya destûrê divê rastî piştgiriya rojavayê bên ku cezayên li Şamê sivik bike, dolaba têkiliyên erebî, Ewropayê bi hev re bilivîne, vegera koçberan teşwîq bike, piştgiriya projeyên vegerê û bicihkirina koçberan bike. Her wiha jî îşaret pê kir ku ceza, aloziya mirovî li Sûriyê kûrtir dikin û çareseriya siyasî girêktir jî dikin. Li aliyekî din jî banga Moskovê ji wan re, ne lezandina pêkanîna xebata siyasî ya encamên yekser, ji ber dê ev mijar demeke dirêj bixwe. Nimûneya vê jî ya Rûsyayê ya piştgiriya vê bihaneyê ye ya dan û standinên lihevanîna Îsraîl-Erebî bi sponseriya Amerîkayê ye.

Hevdîtina Sergey Lavrov bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkayê Mike Pompeo re xwe spart xwendina Rûsyayê ya pêwîstiya hilbijartina hevgirtina di navbera helwestên endamên rêveberiyê de ku nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê James Jeffrey û cîgirê wî Jules Robben ve di navbera "bazên" wê de di dosyaya Sûriyê de ye.

Bersiva Amerîkayê ji Rûsyayê re bêhevî bû. Her wiha helwesta blokên derve yên Amerîkayê Pompeo, Jeffrey û Robben der barê xebata siyasî û mercên wê de, yek e. Xwendina Amerîkayê; Şam di sererastkirina destûr û serkeftina xebatên komîteya xwe li Cinêvê de ne cidî ye û xebatên wê asteng dike û sozên xwe pêk nayne. Her wiha jî reftarên wê der barê koçber û penaberan, lihevanîn û girtîiyan de nehatine guhartin. Moskova da zanîn ku "qanûna Kayser" dê Kongre biryara wê bide û dê lîstokê biguhere bi taybet dê ferzkirina cezayan li her kesekî yan blokekî çi sûrî dibe yan jî ji bilî sûrî dibe ku bendên wê bin pê dike, hêsantir bike.

Girêdayî Amerîka û Ewropayê jî texmîna 5 kaxezên fişarê hene. Ya yekemîn piştgiriya ji nû ve avakirina Sûriyê, ya duyemîn danîna têkiliyan bi Şamê re û rewakirina rejîmê, ya sêyemîn cezayên aborî, ya çaremîn hebûna leşkerî ya Koalîsyonê bi serkêşiya Amerîkayê li Rojhilatê Firatê û ya pêncemîn serweriya li ser dahatûyên stratejîk ji petrol, gaz û dewlemendiyan.

Rojava niha bi van kaxezan girtî ye. Armanc ne Şam e, lê belê Moskov e. Dewletên Ewropayê ji Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîkayê, Moskov agahdar kir ku dewletên rojavayî reftar û rêbazên xwe naguherin heke Şam rêbaza xwe bi fişarkirina ji Moskovê de neguhart. Ya nû jî di vê mijarê de, hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya nû ya ji mejiyê serokê Amerîkayê Donald Trump ji berê pirtir e, ji serweriya petrol, parastina wê ye.

Texmînên rojava, rêveçûna pêş ber bi Şamê ve, bilindkirina fişaran û ne sivikkirina wan e.

Amerîka û dewletên Ewropayê hewldana rêveçûnên leşkerî, dîplomasî û aborî dikin ku nameyekê bişînin Moskovê ku Rûsya li ser Sûriyê serwer e û reftara rojava nayê guhartin ku Sûriyê rêbaza xwe neguhart.

Rûsya û dewletên herêmî, xebatên li ser rêveçûna leşkerî, dîplomasî û aborî dikin ku nameyekê rêkin Washintonê, rihneyan li ser demê dike, bi mijara leşkerî ve li ser erdê û guhartina rastiyan girêdayî ye, sozên Amerîka bi hilbijartina serokatiyê ya dawiya salê , nakokiyên Ewropayê yên hundirîn bi sedema koçberî, terorê û parçebûnê, hene.

EL-EREB: ŞAM DEST BI JIMARTINA DEMA ŞERÊ MEZIN Ê IDLIBÊ DIKE

Rojnameya El-Ereb di vê der barê de wiha nivîsand: "Artêşa Sûriyê di rojên dawîn de bombebarana hewayî û topbarana bejahî li herêmên Idlibê ya bakurê rojavayê welêt zêde kir. Agahî ji aliyê hikumetê ve têne belavkirin ku şerê mezin ê Idlibê pir nêz bûye. Ev yek jî pirsan di serê mirov de çêdike û bi taybet der barê helwesta Tirkiyê ya destekê dide komên şerker li herêmê."

Li gorî çavdêran ku pirsgirêka vegerandina Idlibê ji Moskov û Şamê re diyar e. Lê belê heta niha jî nikarin dema wê diyar bikin. Tevî ku pîvanên destpêkirina wê dest pê kirine.

EL-ÎMARAT EL-YEUM: SEROKÊ LUBNANÊ HESAN DIYAB JI BO AVAKIRINA HIKUMETA NÛ ERKDAR KIR

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Îmarat El-Yeum wiha nivîsand: "Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn duh piştî bidawîkirina şêwiran, bang li wezîrê berê û mamosteyê zanîngehê Hesan Diyab kir da ku hikumeta nû ava bike. Ev yek jî destek ji aliyê parlamenterên "Hizbullah" û hevalbendên wê, girt. Piştî zêdetirî meh û nîvekê ji istîfakirina hikumeta berê."

Gerînendeyê giştî ya Serokatiya Komarê bi daxuyaniyekê wiha got: "Piştî ku serokê Lubnanê şêwirên xwe pêk anîn û piştî ku şêwira serokê meclisa parlamenteran kir û ew der barê encaman fermî de agahdar kir, serok bang li Hesan Diyab kir da ku hikumeta nû ava bike."

EL-BEYAN: SEKINANDINA SIYASÎ HILBIJARTINA SEROKWEZÎREKÎ JI IRAQÊ RE BI PAŞ DE DIXE

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Sekinandina rewşa siyasî, nakokiyên kûr di navbera komên siyasî de, her wiha berdewamkirina xwepêşandanên gel bêyî ku meclisa parlamenteran a Iraqê serokwezîrekî demkî diyar bike. Di demekê ku serokê Iraqê Berhem Salih demek da xebatên qanûnî da ku dema dawî ya hilbijartina serokwezîr roja Yekşemê diyar bike."

Parlamenterên Iraqê got sekinandina rewşa siyasî di meclisa parlamenteran de diyarkirina serokwezîr dereng dike û ev yek tê wateya ku rewşa tevliheviyê di welêt de dirêj bike.

(bx-fr)