Rûspiyê êla Şemer:Tirkiye Ereban beriya Kurdan dike hedef

Rûspiyê êla Şemer a navçeya Dibêsiyê rave kirin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokartîk dikin û got: "QSD`ê layîqî piştgiriyê ye. Wek êla Şemer bi ciwanên xwe re yên di nav QSD`ê de ne û em piştgiriya wan dikin. Êrişên Tirkiyê ereban beriya kurdan têk hedef."

Rûspiyê êla Şemer:Tirkiye Ereban beriya Kurdan dike hedef
20 kanûn, 2019   05:20
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Di 9`ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encamê de bi hezaran malbat neçar man ji warên xwe koçber bibin û bi sedan jiyana xwe ji dest dan.

Êrişa Tirkiyê berdewam e û dagirkerî binpêkirinên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihinceta Herêma Ewle didomîne. Her wiha herêmê vediguherîne herêmek terorîst bi şêwazekê xizmeta berjewendiyên wê bike.

Derbarê mijarê rûspiyê êla Şemer a navçeya Dirbêsiyê Reşîd Fadil El-Cerîi teqez kir ku  ew binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û hebûna wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û got: "Rêxistinên mirovî bi bêdengiya xwe ji me isbat dikin ku ew bi Tirkiyê re di êrişên xwe de şirîk in."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê propexende dikin ku ew gelê Kurd dikin hedef El-Cerîi ew îdia derewand û got: "Artêşa Tirk a dagirker beriya gelê Kurd gelê ereb dike hedef. Armanca wê ya sereke jiyana hevpar û biratiya gelan a ku gelên herêmê ava kiriye têk bibe. Tevî wê jî diwaze berhemên vî welatî talan bike."

Di nav gotinên xwe de El-Cerîi teqez kir ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin û got: "QSD`ê layiqê piştgirî û destekdayînê ye. Wek êla Şemer em bi ciwanên xwe yên di nav QSD`ê de re ne û em desteka wan dikin. Êrişên Tirkiyê ereban beriya kurdan dike hedef."

El-Cerîi destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hinceta avakirina Herêma ewle êrişî herêmê dike. Lê kirinên artêşa Tirk a dagirker îsbat dikin ku ew herêmê vediguherîne herêmên terorîst.

Di dawiyê de El-Cerîi hevgirtina gelên herêmê teqez kir û got: "Divê em bibin yek. Em yekrêziya xwe ava bikin û bi hev re şerê dagirkeran bikin. Em ê şerê Tirkiyê bikin a ku armanc dike gelê Sûriyê bikuje û koçber bike."

(şx)

ANHA