Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike

Şêniya bi navê Xedîca El-Elî ya ku dixwest li mala xwe ya li gundê Menacîr ê herêma Serêkaniyê vegere. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” nehiştin ew vegerin mala xwe. Xedîca wiha dibêje: “Dema Erdogan êriş kir, hinceta wî avakirina "herêma ewle"bû. Lê di rastiyê de herêm talan û wêran kirin.”

Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
Tirkiye gelê herêmê derdixe û malbatên çeteyan lê bicih dike
20 kanûn, 2019   06:41
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêş Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ bi hezaran şêniyên nêzî herêmên ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê koçber bûn û berê xwe dan herêmên QSD`ê parastina wan dike.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberan zêdetirî 64 dibistan li bajarê Hesekê veqtandin, li gel ku li rojavayê bajarê Hesekê anku Tiwêna kampa Waşokanî vekir.

Gelek koçberan xwestin li malên xwe vegerin, lê çeteyên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin nehiştin şênî li warê xwe vegerin.Di vê derbarê de Xedîca El-Elî ji gundê Menacîr a başûrê Serêkaniyê ye wiha ji ajansa mere Trajedî rêwîtiya xwe parve dike.

Xedîca El-Elî bal kişand ser sedema koçbertiya ji gundê xwe û wiha pê de çû, em ji ber êrişên artêş Tirk û çeteyên wê yên bi navê"Artêşa Wetenî ya Sûrî"ji malên xwe derketin, ji ber komkujî li dijî sivîlan pêk dianîn û bi hemû çekên qedexekirî êriş dikirin.

DIXWEST LI MALA XWE VEGERE, LÊ NEHIŞTIN

Wekî her koçberekê dixwest li mala xwe ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin vegere, şahidên li derveyî herêmê dibêjin, ku ew ê çi bibêjin!Artêşa Tirk herêm tar û mar kiriye.

Niha Xedîca li kampekê ji kampên Waşokanî ye. Xedîca got: “Ji bo ez hin alavan ji mala xwe bîne, xwest biçe gund lê çeteyên artêşa Tirk rê nedanê û wiha ji amaje dike. Piştî artêşê gund dagirkirin ez çûm gund, dema ez ketin têketina gund bi hinceta herêm leşkerî ye, nehiştin ez rêya xwe temam bikim.”

Xedîca bal kişand ser ku ew bi yeka ji gund derketiye axivî û jê re gotiye, ku çeteyan mala wê wêrankirine û alavên ku nedizîne jî şewitandine, li gel ku dîwarê mala wê hilweşandine.

Xedîca axaftina xwe wiha domand: “Cîranên min ji min re gotin, veneger mala xwe ji ber dibe ku te û zarokên te biçav bikin, ji ber vê yekê ez yekser li kampê vegerim.”

MALA WÊ TALANKIRIN Û TENÊ DAXWAZA VEGERA LI MALA XWE DIKE

Xedîca û her 6 zarokên xwe li kampê dimînin, di vê derbarê de wiha dide zanîn, çeteyan mala min talankirin û jixwe tenê ew milkê me bû, niha jî em li kampê dimînin, lê ji ber kel û pelên demsala zivistanê kêm in, em zehmetiyan dibînin.

Xedîca wekî bi hezaran koçber tenê daxwaza derketina çeteyan û vegera li mala xwe dike. Xedîca bang li  dewletên cîhanê dike ku çeteyên artêşa Tirk ji malên wan derxînin û got: “Ji ber dema Erdogan êriş kir, bi îdîaya avakirina"herêma ewle"êriş kir, lê di rastiya xwe de herêma talankirin û wêrankirinê bû.”

Tê zanîn ku kampa Waşokanî di rewşeke hesas re derbas dibe û rêxistinên mirovî alîkariya koçberan nakin û barê koçberan hîn zêdetir dikeve ser milê Heyva Sor a Kurdî û Rêxistinên mirovî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YKFQwdYguI4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>