Siyasetmedarên Kurd:Civaka kurdî banga yekîtiya neteweyî dike û hin alî asteng dikin

Siyasetmedarên Kurd gotin: “Civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê banga yekrêziya kurdî dike. Lê hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe hewl didin van hewldanan asteng bikin.”

Siyasetmedarên Kurd:Civaka kurdî banga yekîtiya neteweyî dike û hin alî asteng dikin
20 kanûn, 2019   05:35
HELEB- MIHEMED EBDO –ARIF SILÊMAN

Di demekê de ku êrişên mêtîngerên Kurdistanê li ser gelê Kurd zêde dibin de, bangewaziyên gel ên yekrêziya jî zêde dibe.

Derbarê girîngiya yekîtiya kurdî û parastina destkeftiyan bi saya şehdîan hatine bidestxistin, siyasetmedar Ridwan Agirî ji ajansê re wiha axivî.

Ridwan Agirî piştrast kir ku civaka kurdî daxwaza yekîtiya neteweyî dikin, lê kesên vê bangê asteng dikin, hin alî û partiyên siyasî ne.

Agirî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ew partî tenê di berjewendiyên xwe de difikirin. Heta hin ji wan jî bûne berdevkên dijmin û dijmin bi xwe wan ji parçekirina gelan didin bikar anîn.Ev jî di dema dagirkirina dewleta Tirk ji bajarê Efrînê re eşkere diyar kir. Dema zarokên Efînê ji mafên perwerdekirina bi zimanê dayîkê bê par man û zimanê erebî û tirkî dan sepandin.”

Agirî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser herçar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Heta başûrê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyê bê par nema û bi navê "bakurê Iraqê"wesf dike, li gel ku domdar di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku ew ê nehêle welatekî kurdî were avakirin. Ev jî bi berjewendiyên kurdên li cîhanê re bi nakok e, lewma divê di hemû qadan de yekîtî were avakirin û di oxira parastina hebûn û dîroka bav û kalan astengiyan deynin milekî din.”

Her wiha endamê Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî Lezgîn Mihemed wiha anî ziman, yekîtiya kurdî rê li pêşiya planên Tirkiya dagirker û bêdengiya raya giştî digire.Lazgîn got ku di vê pêvajoyê de yekîtiya kurdî girîng e.

Lazgîn Mihemed wiha pê de çû, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî ji bo yekîtiya kurdî têkoşîn kir û niha jî dewleta Tirk hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike, wekî ku berî niha Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dagirkir.

Endamê Kongreyê Neteweyî ya Kurdistanî Lazgîn Mihemed wiha axaftina xwe bi dawî kir, em jî gavên di oxira yekîtiya kurdî de û rûbirûbûna li dijî êrişên dewleta Tirk li dijî gelên Sûriyê piştrast dikin, her wiha dengê xwe digihînin bangewazên lidarxistina kongreyê.

(eh)

ANHA