Fermandariya YBŞ-YJŞ‘ê peyama Cejna Rojiya Êzidî da

Fermandariya YBŞ-YJŞ‘ê bi peyamekê Cejna Rojiya Êzî li civaka Êzidî pîroz kir û soza bilindkirina têkoşînê da.

Fermandariya YBŞ-YJŞ‘ê peyama Cejna Rojiya Êzidî da
19 kanûn, 2019   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YBŞ- YJŞ‘ê bi boneyaCejna Rojiya Êzî peyameke wişand.

Di peymanê de wiha hate gotin:

"Bi hatina Cejna Rojiya Êzî em cejna hemû miletê xwe pîroz dikin. Em bi hêvî ne rojên miletê me hemû bi cejin û xweşî bin. Em wek miletê Êzîdî xwedî çandeke kevn ku vedigere hezaran sala ne.

Dîroka civaka me ji berxwedêr û bi qehremana dîrokek têr û tejiye. Wê tû carî berxwedêr û qehreman ji nava civaka me xilas nebin. Di vê roja pîroz de di şexsê qehremanê mezin şehîd Mam Zekî Şengalî, Berxwedan Tolhildan û Bêrîvan Şengal de bi vê mûnasebetê em tevahî şehîdên xwe yên ku di oxira vê civakê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîrtînin. Carekê din soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Ji bona rizgarkirina keçên me yên dîlgirtî em ê bi hemû hêz û baweriya xwe têbikoşin.

Bi hêviya yekbûn û tifaqa êzîdiyan pêk were em vê cejnê dûbare li hemû gelê xwe û dostên gelê Êzidî pîroz dikin."

ANHA