Êrişa dagirkeran a li ser başûrê rêya M4 hate şikandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên başûrê rêya M4 kirin. Êriş ji aliyê şervanên QSD û hêzên rejîmê ve hate şikandin.

Êrişa dagirkeran a li ser başûrê rêya M4 hate şikandin
19 kanûn, 2019   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Qenterî yê 15 km dikeve başûrê bajarokê Silûkê û 10 km bakurê Eyn Îsayê êrişî herêmên başûrê rêya M4 kirin.

Şervanên QSD û hêzên rejîmê bersiva êrişan dan û artêşa Tirk û çeteyên wê neçar kirin ku paş de vekişin.

ANHA