ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-12-2019
20 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Bi boneya Cejna Êzî Êzidiyên li Şehbayê serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrisê dikin, saet 09:00‘an. Êzidiyan Tirbespiyê cejnê pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Min yeqîn nedikir ku kurê min bibe astengdar û lingê wî qut bibe. Lê dîsa jî em ê li Tilrifetê bimînin, heta li Efînê vegerin û çeteyan derxînin, em ê li ber xwe bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya Tirk tevgera xwe ya leşkerî li derdora depoya Şergirakê ya bakurê navçeya Eyn Îsayê zêde dike û alên xwe li gundên dagirkirine hildaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniya bi navê Xedîca El-Elî ya ku dixwest li mala xwe ya li gundê Menacîr ê herêma Serêkaniyê vegere. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Wetenî ya Sûriyê” nehiştin ew vegerin mala xwe. Xedîca wiha dibêje: “Dema Erdogan êriş kir, hinceta wî avakirina "herêma ewle"bû. Lê di rastiyê de herêm talan û wêran kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rûspiyê êla Şemer a navçeya Dibêsiyê rave kirin ku ew piştgiriya Hêzên Sûriya Demokartîk dikin û got: "QSD`ê layîqî piştgiriyê ye. Wek êla Şemer bi ciwanên xwe re yên di nav QSD`ê de ne û em piştgiriya wan dikin. Êrişên Tirkiyê ereban beriya kurdan têk hedef." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberê Partiya Yekîtiya Kurd a Demokratîk li Sûriyê Xebat Mihemed got: "Berjewendiya herî bilind ji berjewendiyên taybet nirxdartir e. Hinek aliyên ku piştgiriya însiyatîfa lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di vê pêvajoyê de nakin, berjewedniyên xwe yên partiyetî li ser hesabê yekitiya gelê Kurd tercîh dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên Kurd gotin: “Civaka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê banga yekrêziya kurdî dike. Lê hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe hewl didin van hewldanan asteng bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Şaxê Hesekê têkilkdarî geşedanên dawî û girîngiya avakirina yekrêziya Kurd panelekê li Xwaringeha Nuxba ya li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîrên Helebê li hola Efrîn a taxa Şêxmeqsûdê "Panela rewşenbîrên Helebê" li dar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hêviya wê ya tekane vegera bajarê wê ye. Lê astengdariya keça wê barên wê di koçberiyê de ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê barên wê giran kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Serokê Karûbarê Civakî ya herêma Firatê Moro Hisên got: “Derdora hezar û 50 malbatên koçberên ji Girê Spî li kantona Kobanê bicihbûne. Em bi piştgiriya hin rêxistinan alîkariya koçberan dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêma Eyn Îsa ji ber dagirkeriya Tirk, nêzî 5 hezar xwendekar ji mafê xwendinê bê par man, li gel vê yekê komîteya Perwerdê ya şaxê Eyn Îsayê hewldanên berdewamkirina xwendinê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê dest bi sererastkirina pira Wawiyê ya aliyê rojhilatê navçeyê kir.Pir dikeve ser rêya Til Hemîsê û Teymaa, li gel ku girîngtirîn pira li herêmên başûrê Cizîrê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA