Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin

Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê ji bo malbata şehîdê Berxwedana Serdemê Demhat Efrîn veda.

Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hesen re hate xwestin
19 kanûn, 2019   13:47
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê û Şehbayê berê xwe da konê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Hesen (Demhat Efrîn) ku li gundê Helîsa yê navçeya Fafînê hatibû vedan.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Mihemed hate vedan. Kon bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocelan, alên YPG’ê û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Cemîl Birîm û endamê meclîsa navçeya Ehdasê Şêx Murad axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wî da. Her wiha tekez kirin ku gelê Efrînê berxwedan hilbijart û hîna jî amade ye ku li dijî êrişan li her derê li ber xwe bide.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zêneb Reşo wesîqeya şehîd Mihemed Hesen xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA