​​​​​​​Endamên Kongreya Amerîkayê xwest lêpirsîn ji bo sûcên Tirkiye dest pê bike

Endamên Kongreya Amerîkayê bi serokatiya Îlhan Omar xwest ku der barê binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, lêpirsîn dest pê bike.

​​​​​​​Endamên Kongreya Amerîkayê xwest lêpirsîn ji bo sûcên Tirkiye dest pê bike
19 kanûn, 2019   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke endamên Kongreya Amerîkayê bi serokatiya Îlhan Omar, der barê bikaranîna dewleta Tirkiyê ya fosfora spî li dijî sivîlên Sûriyê de, nameyek ji nûnerê Washingtonê yê taybet bi Sûriyê James Jeffrey re şand.

Di nameyê de agahiyên ku çavdêran û rêxistinên navneteweyî der barê bikaranîna Tirkiyê ya fosfora spî di êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dane, hene. Her wiha tekezî pê hat kirin ku eger ev idîa rast bin, dê ev kiryar wek sûcekî şer û li dijî mirovahiyê werin hesibandin.

Di nameyê de hate gotin ku fosfora spî ji bo operasyonên leşkerî yên rewabûna xwe li gorî qanûna herêmî û navneteweyî girtine, tê bikaranîn. Lê belê raporên ku kesayet  û rêxistinên wekî Heyva Sor a Kurd dane, tekez dikin ku hêzên Tirkiyê ev made di wê rojê de wek çekeke şewata sivîlan bi kar anîne. Ev kiryar dikeve nava sûcên şer.

Nameyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku lêpirsîna mijarê red kiriye û tenê şopandina rewşê ragihandiye, rexne kir û destnîşan kir ku rêxistinê piştî rojekê ji destpêkirina êrişan, 30 hezar euro ji dewleta Tirk wergirtiye.

Her wiha bang li şandeyê taybet ji bo Sûriyê James Jeffry hate kirin ku civînekê eger bê xwestin girtî be, li dar bixe ji bo ku Kongreya Amerîkayê bi agahiyên ku der barê êrişê de bi dest xistine, agahdar bike. Bang li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî hat kirin ku lêpirsîneke giştî, paqij û piralî der barê mijarê de veke.

Hiqûqnasan ji hikumeta Amerîkayê daxwaz kir ku berpirsyarên van êrişan bibînin û biryarên pêwîst di Meclîsa Ewlehiyê ya navneteweyî de pêşniyar bikin, her wiha gilî ji bo dadgeha sûcên navneteweyî rakin.

Kesayetên ku name îmze kirine, ev in: Îlan Omer û endamên Kongreyê Karin Pass, Juan Vargas, Sheila Jackson Lee.

(cx)

ANHA