Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan malbtên şehîdan ên bajarê Kobanê bi meşekê dagirkirina dewleta Tirk a li herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
Malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
19 kanûn, 2019   14:23
KOBANÊ

Bi malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê  bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Qada Jina Azad a bajêr kom bûn.

Mreşvanên ku ji qada jina azad dest bi meşa xwe kirin û ber bi qada şehîd Egîd ve bi rêketin, wêneyên şehîdên Rojava û pankertên bi nivîsên "Dê xwîna şehîdên me û qêrînên zarokên me hesabê ji we bixwze", "Na ji peymanên li ser hesabê xwîna zarokên me re", "Em hemû QSD`ê ne", "QSD`ê zarokên me ne", her wiha wêneyên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk rakirin.

 Tevî bi sedan endamên malbatên şehîdan, rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, beşdarî meşê bûn.

Li qada şehîd Egîd meş veguherî mêtîngê. Mêtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre xweşika şehîd Ferman, Tolîn Şêx Ehmed bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî û bêdengiya civaka navneteweyî der barê êriş û binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelên herêmê, şermezar kir.

Her wiha bi navê Malbatên Şehîdan li navçeya Sirînê Mustafa Mislim wiha axivî: "Em ji bo parastina mirovahî û demokrasiyê li vir bûn. Di dema ku her kes ji ber terora DAIŞ`ê reviya, em li vir man, me şer kir û me bi hezaran şehîda û birîndar dan, ji bo em cîhanê biparêzin. Em bi serketin."

Mîtîngê bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê bi dawî bû.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ChK-2d18SKU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>