Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî alîkariyên Rûsyayê red dikin

Koçberên ji Girê Spî ya bi destê dewleta Tirk hatiye dagirkirin ku li Kobanê û Tebqayê bi cih bûne, alîkariyên ku ji aliyê polîsên leşkerî yên Rûsyayê ve ji wan re hatin pêşkêşkirin, red kir. Şêniyan bang li Rûsyayê kir ku dewleta Tirk ji xaka wan derxin da ku li malên xwe vegerin.

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî alîkariyên Rûsyayê red dikin
19 kanûn, 2019   10:23
KOBANÊ

Di dîmenekê de ku kete destê ajansa me ANHA`yê, diyar dibe ku sivîlên ji bajarê Girê Spî koçber bûne û li gundewarên Kobanê û Tebqayê bi cih bûne, li beramberî polîsên leşkerî yên  Rûsyayê sekinîne û alîkariyên ji koçberan re pêşkêş dikin, red dikin.

Bi dehan koçberên ku li derdora polîsên leşkerî yên Rûsyayê li gundê Girik ê başûrê bajarê Kobanê û gundê Mehmûdlî yê rojavayê bajarê Tebqayê kom bûne û bang li Rûsya dikin ku li şûna ku alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin, dewleta Tirk a dagirker ji xaka wan derxin da ku li malên xwe vegerin.

Di dîmenan de yek ji koçberên ku ji pêkhateyên Ereb ji leşkerên Rûsyayê re wiha dibêje: "Em alîkariyan naxwazin. Em welatekî têr in. Welatê me têra xwe dike. Em dixwazin hûn dagirkeriya Tirk ji xaka me derxin. Ev xwesteka me ya tekane ye. Em koçber bûn."

Di dîmeneke din de komek ji koçberên ji pêkhateyên Kurd xuya dibin. Yek ji wan wiha tîne ziman "Em hemû biçin." Yekî din jî dibêje "Ma ka gundê me, warê me, welatê me? De bila em hemû biçin. Çima hûn sekinîne?"

Yek ji koçberan berê xwe dide kamerayan û dibêje: "Em welatê xwe dixwazin. Em dixwazin li warê xwe vegerin. Rewşa me pir xirab e. Em li vir çi dikin? Ma em li vir in ji bo em alîkariyan kom bikin?"

Dewleta Tirk a dagirker  9`ê Cotmeha derbasbûyî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di encama wê de her du herêm dagir kirin û zêdetirî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê kirin.

Şêniyên her du herêman li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Rêveberiya Xweser de belav bûne. Nikarin li herêmên ku hatine dagirkirin vegerin. Çete jî wan tehdît dikin ku heger vegerin dê wan bikujin.

Dewleta Tirk plan dike ku guhertina demografiyê li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, pêk bîne. Herî dawî jî plana bicihkirina milyonek koçberên Sûriyê li wan herêman bi cih bike, eşkere kir.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rTC-4Z6jwGE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>