Şêniyên êzidî: Em bang li Xweda dikin ku di vê roja pîroz de hemû gelên bindest bi aştî bijîn

Bi hatina Cejna Êzî ya civaka êzidî re şêniyên êzidî yên bajarê Helebê hêviya xêr, ewlehî û aştiyê ji tevahî gelên bindest re xwest.

Şêniyên êzidî: Em bang li Xweda dikin ku di vê roja pîroz de hemû gelên bindest bi aştî bijîn
19 kanûn, 2019   10:22
HELEB – SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMED

Tevî komkujiyên ku di nava dîrokê de li dijî wan pêk hatine, hewldanên qirkirina ola wan têne kirin lê civaka êzidî û piştî 3 rojan ji rojiya Cejna Êzî (Cejna Rojiya Mezin) ku dikeve 20`ê Kanûnê, pîroz dikin.

Bi hatina vê roja pîroz re pêkhateyên civaka êzidî hêviya aştî û aramiyê ji tevahî gelan re xwest û hêvî kir ku ev sal bibe sala serkeftin û rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker.

Welatiya bi nave Roşîn Mûsa Cejna Êzî li tevahî êzidiyan pîroz kir û wiha got: "Em bang li Xweda dikin ku di vê roja pîroz de tevahî gelên bindest bi aştî bijîn. Tevî hemû hewldanên qirkirinê ji aliyê hêzên dagirker ve jî, em bi ol û baweriya xwe ve girêdayî ne."

Roşîn destnîşan kir ku dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir, hemû deverên pîroz ên baweriya êzidiyan rûxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bersivdayîna kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku mala êzidiyan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat vekirinda ku girêdanê wan bi nasname û ola wan ve were diyarkirin."

Her wiha welatiya bi navê Ewfe Birîmo Cejna Êzî li tevahî civaka êzidî pîroz kir. Ewfa bi vê boneyê hemû sûcên ku li dijî wan hatine kirin, bi bîr xistin û got baweriya wan bi ola wan heye û ew ê li beramberî hemû kesên ku dixwazin nasnameya wan winda bike, li ber xwe bidin.

Di dawiyê de Ewfa destnîşan kir ku ev cejn pîroz e, hêvî ji Xweda dikin ku serkeftinê bi dest bixin û ev sal bibe sala vegera li Efrînê.

Welatiyê bi navê Edhem Hiso jî Cejna Êzî li tevahî civaka êzidî pîroz kir û hêviya aştî û aramiyê ji tevahî gelên herêmê re kir. Her wiha hêvî kir ku tevahî welatiyên di kampan de li herêmên xwe vegerin û herêmên wan werin rizgarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tixSY_l9jvc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>