Rejîm û Rûsyayê careke din dest bi bombebarana “herêma bêçek” kir

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê û yên rejîmê dîsa “herêmên bêçek” bombebaran kirin. Ev yek piştî daxuyaniyên rejîmê yên der barê şerekî mezin li Idlibê de pêk hat.

Rejîm û Rûsyayê careke din dest bi bombebarana “herêma bêçek” kir
19 kanûn, 2019   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên rejîmê û yên Rûsyayê îro di saetên sibê de careke din herêmên bêçek bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê bajarokê Merşimarîn ê gundewarên Meret El-Nûman bombebaran kir. Her wiha helîkopteran bermîlên teqemenî avêtin derdora bajarokê Cernenaz ê rojhilatê Idlibê.

Bombebarana hewayî û bejahî li tevahî gundewarên rojhilatê Meret El-Nûman a parêzgeha Idlibê pêk hat. Balafirên Rûsyayê herî kêm di nava 72 saetan de 97 caran bombebaran pêk anîn. Helîkopterên rejîmê jî 146 bermîlên teqemeniyê avêtin. Balafirên şer ên rejîmê jî 74 bombebaran pêk anîn û hêzên rejîmê zêdetirî 800 top û moşek avêtin herêmê.

Her wiha hêzên rejîmê alîkariyên leşkerî ber bi gundewarên başûr, rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê ve şandin.

(bx)