Partiyeke nû li Tirkiyê tê avakirin

​​​​​​​Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê dema avakirina partiyeke nû li Tirkiyê bi serkêşiya wezîrê aboriyê yê berê Alî Babacan diyar kir. Ev yek ji bo partiya desthilatê AKP`ê bi serokatiya Erdogan dijber e.

Partiyeke nû li Tirkiyê tê avakirin
19 kanûn, 2019   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê destnîşan kir ku dibe dema avakirina partiya nû bi serkêşiya wezîrê aboriyê yê berê Alî Babacan dê di 31`ê Kanûnê de be û di 15`ê Çileyê de were vekirin.

Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu jî di 13`ê Kanûnê de partiya xwe ya nû ava kiribû.

Li gorî kesên nêzî Alî Babacan vekirina partiya nû heta destpêka sala nû hate taloqkirin. Babacan beriya niha di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû: "Partiya nû dê di destpêka sala nû de were avakirin."

Di 8`ê Tîrmeha derbasbûyî de Babacan bi fermî ji partiya AKP`ê ku ew bi xwe yek ji kesên damezirînerên wê bû, istîfa kir. Vê yekê bandoreke neyînî li AKP`ê kir ku gelek parçebûn di nava wê de hene.

(bx)