Mijarên rojnameyên erebî – 19 Kanûn

​​​​​​​Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser rewşa Idlibê, têkiliya Erdogan bi DAIŞ`ê re û her wiha şerê li Lîbyayê.

Mijarên rojnameyên erebî – 19 Kanûn
19 kanûn, 2019   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-WETEN: ARTÊŞ AMADEKARIYA ŞEREKÎ MEZIN LI IDLIBÊ DIKE Û BALAFIRÊN ŞER JÎ TERORÎSTAN DIKIN HEDEF

Rojnameyên erebî yên îro der bare rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir, ji wan jî rewşa li herêma Idlibê. Di vê derbarê de rojnameya El-Weten a girêdayî rejîma Sûriyê wiha nivîsand: "Agahî hene ku alîkariyên mezin ji artêşa Sûriyê re li Idlibê hene da ku li Idlibê dest bi şerekî mezin bike. Balafirên şer ên Sûriyê û Rûsyayê bombebarana li ser baregehên rêxistinên terorist zêde kir û zerarên mezin gihandin wan.”

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyeke meydanî ya girêdayî rejîmê wiha got: "Artêşê dest bi amadekariyên şer kiriye. Balafirên şer ên Sûriye û Rûsyayê bombebarana li ser belavbûna terorîstan li Seraqib û Maret El-Naman zêde kir. Terorîstan jî bi top û moşekan êriş kir, bi taybet cihên nêzî rêya navdewletî yên di navbera Heleb, Hema, bajarê Seraqib, Maret El-Naman û gundewerên wê."

ŞERQ EL-EWSET: TEVÎ NAKOKIYAN JÎ SEROKERKANÊN RÛSYA Û AMERÎKAYÊ TEVGERÊN LI SÛRIYÊ KOORDÎNE DIKIN

Rojnameya Şerq El-Ewset têkildarî mijarê wiha nivîsand: "Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku serokerkan general Valery Gerasimov bi serokerkanê Amerîkayê Marck Milley re der barê koordînekirina tevgerê û derfet nedin ku di navbera her du aliyan de şer derkeve, dan û standin kir.”

Ev cara yekemîn e ku her du serokerkan li hev dicivin. Tevî ku her du di demên berê de çend caran bi rêya telefonê bi hev re axivîne.

EL-EREB: RAPORÊN VEŞARTÎ TÊKILIYÊN ERDOGAN BI RÊXISTINA DAIŞ`Ê RE ZELAL KIR

Der barê têkiliyê Tirkiyê bi DAIŞ`ê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsand:"Di Cotmeha 2019`an de hêzên Koalisyona Navdewletî li dijî rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ`ê) êrişek pêk anî. Di encama wê de serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin. Operasyon li bakur rojavayê Sûriyê li nêzî 3 mîlan ji sînorê Tirkiyê, hat kirin. Tişta ku bala mirov dikşîne ku cihê destpêkirinê Iraq bû ne Tirkiyê bû ku baregeha NATO`yê ya İncirlik heye û endamên nêzî sînorê Sûriyê –Tirkiyê, hebûn."

EL-ÎMARAT EL-YEUM: EL-HERÎRÎ RED KIR KU HIKUMETA LUBNANÊ YA NÛ AVA BIKE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Îmarat El-Yeum got:"Serokê hikûmetê Saed El-Herîr duh ragihand ku ew hikûmeta nû ava nake û wiha got: "Koma serbixwe sibe dê li hev kom bibe û kesê ku hikumetê ava bike, diyar bike."

EL-BEYAN: ARTÊŞA WETENÎ YA LÎBYAYÊ NÊZÎ DILÊ PAYTEXTÊ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê di şerê ber bi rizgarkirina peytextê ve pêşketineke girîng bidest xist. Piştî ku gelek pêşketinên nû li gelek herêman bidest xist. Her wiha şerê Terablusê derbasî pêngaveke nû bû û têkbirina milîsên El-Wîfaq nêz dibe."

(bx)