Tirkiye li Lîbyayê çawa sûdê ji tevliheviyê digire da ku hegemonyaya xwe ferz bike?

Siyasetmedaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji tevliheviya li hinek dewletan sûdê wergire ji bo ku hegemonyaya xwe ferz bike. Her wiha destnîşan kirin ku Erdogan desteka xwe li welatê xwe winda dike, lewre hewl dide hinek destkeftiyan li derve bi dest bixe û gotin reftariya Erdogan metirsiyên hinek dewletan gur kir.

Tirkiye li Lîbyayê çawa sûdê ji tevliheviyê digire da ku hegemonyaya xwe ferz bike?
19 kanûn, 2019   08:55
XEZA –UMER MUSA

Roj bi roj timayên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi delîlên siyasî û meydanî ji cîhanê re diyar dibin. Piştî gavên Tirkiyê yên dijminahî li bakurê Iraqê û Sûriyê û binpêkirinên wê yên sûcdar li dijî gelên herêmên dagir kirine, Lîbya li ser nexşerêya xewna "Xîlafeta Tirkiyê" diyar dibe. Bi vê yekê ewlehiya herêmî bi temamî, jiyan û serxwebûna gelên wê tehdît dike.

Lihevkirina ku serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê Fayiz El-Sîrac bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re girêdayî hevkariya ewlehî û xêzkirina sînorên deryayî di navbera Tirkiye û Lîbyayê de wek ragihandineke fermî ji xewna Împaratoriya Osmanî mîna ku çavdêr bi nav dikin, hat.

Dewletên Rojhilata Navîn ji ber lihevkirinê û beriya wê binpêkirinên Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê bi fikar in. Dezgehên çapemeniyê bi firehî vê mijarê dişopînin.

Li gorî berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê lîwa Ehmed Mismarî ev lihevkirina Lîbyayê dike bin kontrola Tirkiyê yanî rê li pêşiya dagirkirina Lîbyayê vedike. Li gorî çavdêrên siyasî ev lihevkirin berjewendiyên dewletên herêmî tehdît dike. Di nav de Misr, Yewnanistan û Lîbya bi xwe. Her wiha rê dide Tirkiyê ji bo ku aliyê başûrê Deryaya Spî kontrol bike.

TIRKIYE ÇAWA TEVLIHEVIYÊ LI DEWLETAN BI KAR TÎNE JI BO KU WAN KONTROL BIKE?

Girêdayî mijarê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr. Eymen Semîr ê Misrî got: "Tirkiyê di tevliheviya hundirîn a Lîbyayê de derfet dît ji bo ku biryar û serdestiya Lîbyayê kontrol bike û bixe bin xizmeta xwe."

Semîr wiha domand: "Lihevkirina El-Sîrac ne nû ye yan jî ji nişka ve ye, lê belê di çarçoveyeke bizanebûn e ku Erdogan di sala 2011`an de ragihandibû pêk tê. Erdogan wê demê got, bi destpêkirina sala 2023`yan Tirkiyê wê mîrasa pêşiyên xwe vegerîne."

Semîr destnîşan kir ku Erdogan ji bakurê Iraqê destpê kir. Piştre Sûriyê û niha jî Lîbyayê. Ev jî delîla timayên Tirkiyê yên derve ye.

Semîr di nav gotinên xwe de got: "Ragihandina Tirkiyê bi awayekî eşkere ku têkiliyan bi El-Sîrac re ava dike, biryara Konseya Ewlehiyê ya 2011`an binpê dike. Ev jî Tirkiyê bi cezayan ji hêla civaka navneteweyî û NY`yê ve rû bi rû dihêle."

Semîr dît ku NY vê lihevkirinê qebûl nake ji ber ku lihevkirina deryayan a navneteweyî binpê dike.

Girêdayî pirsa Erdogan pişta xwe bi çe xurt kiriye ji bo ku lihevkirina bi El-Sîrac re biparêze, Semîr got: "Erdogan pişta xwe dide gelek hîman jê; parçebûna qada Lîbyayê, eger dewletek lîbî bi hêz hebûya û parçebûn di navbera Bingazî û Terablusê de tune buya, kesek mîna El-Sîrac nedikarî lihevkirinek bi Erdogan re mohr kiriba. Ya din jî Tirkiyê dibîne ku sala bê sala hilbijartinên amerîkî ne û wê DYA`yê bi hilbijartinan re mijûl bibe."

Tirkiye dixwaze li qada nakokiya Yekitiya Ewropayê bilîze. Yekitiya Ewropayê bi nakokiyên di navbera NATO û Amerîkayê de û di navbera Tirkiyê û DYA`yê de mijûl bûye.

Di berdewama gotinên xwe de Semîr got: "Erdogan li gorî teoriya kenarê kendalê dilîze. Erdogan gelek daxuyanî dida lê gav paşde diavêt. Mîna ragihandina dawîn ku plana NATO`yê ji bo parastina dewletên Baltîk û Polonyayê mohr nake lê piştre di lûtkeya dawîn a NATO`yê de ji wê daxuyaniyê paşde gav avêt."

Li gorî lêkolîner aktoreke din a girîng heye ku Erdogan di nava krîzeke hundirîn de tengijiye û giraniya xwe winda kir. Di hilbijartinên herêmî de yên dawî de bi ferqeke mezin bi bin ket ev delîlê windabûna giraniya wî ye. Ji ber vê yekê hewl dide ber bi pêş ve bireve û ji gelê Tirk re bide xuyakirin ku ew serkeftinan li derve qezenc dike da ku giraniya xwe vegerîne.

Li ser heman mijarê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Filistînê Mihemed Ebû Mihad ji ANHA‘yê re axivî.

Ebû Mihadî got: "Serokê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan her tim hewl dide hêza xwe li hin welalên şer lê hene berfireh bike û rewşa aloz a ji piştî "Bihara Ereban" ve derketiye sûdê wergire, di demekê de ku hejmarek dewlet bi çareserkirina encamên vê aloziyê re mijûl bûne.

Her wiha ji mijûlbûna cîhanê bi hin dosyayê navdewletî mîna Îranê sûdê werdigire û qurnaziyên xwe li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Qibrisê dest pê bike. Li dewletên navborî aloziyên cûda rû didin, derfet da Erdogan da ku destwerdanê di kar û barê wê yê hundirîn bike û beşên ji berhemên bistîne û beşekê din ji bo destek û avakirina rêxistinên terorîst ên tundraw bi xebebitîne mîna komên li paytexta Lîbay Terablusê û yên li Bakurê Sûriyê her wiha desteka rêxistina Îxwan El-Muslimîn û dewleta Qeterê."

Ebû Mihad bal kişand ku nêzîkariyên Erdogan ji gelek dewletên cîhanê re cihê fikaran çê kir, hişt ku gelek dewlet di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê careke din di ber çavan re derbas bikin, mîna Yekîtiya Ewropa ya ku piştî êrişên Erdogan ên li ser zeviyên gazê yên Qibirsê, lihevkirina wê ya bi hikûmeta Fayîz El-Sîrac li Terablusê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û guhertina demografîk li wir nêzîkatiyên xwe bi Tirkiyê re da guhertin.

Ebû El-Mihadî di berdewama axaftina xwe de got: "Planên din ên Erdogan ên berfirehbûn û aborî hene. Deryay Spî bi gaz û betrolê dewlemend e, dixwaze beşên ji berhemên wê bi rengekî li dijî rêgezên qanûnên navdewletî desteser bike. Di encamê de dewletên ku vê yekê zirar dibînin mîna Yewnanist, Misr û Qibrisê li hemberî vê yekê ketin tevgereke berfireh da ku rê li ber van planan bigirin. Dozên der barê Tirkiyê de hîna berdewam in. Di çarçoveya dersînorkirina sefîrê Lîbya yê ji Yewnanistê an jî veguhertina lihevkirina bi hikûmeta El-Sîrac re ji bo NY‘yê sînordar nema."

Mihemed Ebû Mihadî îşaret pê kir ku Qahîreyê ragihand ku lihevkirina Tirkiyê ya bi El-Sîrac re ne rewa ye û ne qanûnî ye û gelek dewletên hewza Deryaya Spî piştgirî dan hewlesta Misrê. Di aliyê qanûnî de jî Qahîre gotibû ku ev lihevkirin ewlehiya netewî ya Misrê dixe xeteriyê ku di bendên wê de destekayîna leşkerî ya Tirkiyê bi rêxistinên çekdarên li Terablusê heye. Lîbya stasyona destpêkê ya pêkanîna êrişên terorîst di hundirê Misrê de bû û lihevkirina Tirkiyê ya bi El-Sîrac re dê jiyaneke nû ji rêxistinan re dabîn bike da ku çalakiyên xwe li derveyî sînorê Lîbyayê berfireh bike.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Ebû Mihadî wiha lê zêde kir: "Erdogan bi dijminhiyeke giran nêzî dewletên herêmê dibe û heman nêzîkatî bi partiyên muxalif ên Tirkiyê re bi kar tîne. Ji ber kiryarên wê çaryek milyon Tirk piştî 2016‘an hatin girtin, li dijî rojnamevan û çalakvanên Tirk hemleyên serdegirtinê dimeşîne. Ev dijminahî encamên tirsa wî ya li ser pêşeroja wî ya siyasî tê. Hemû anketên giştî vê yekê piştrast dikin, civaka Tirkiyê wê li hemberî vê desthilatdariyê bê deng nemîne."

(şx)

ANHA