HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kirin

HPG’ê ragihand ku di 15’ê Tîrmehê de li Xakurkê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de 3 gerîla şehîd bûne û diyar kir ku dê berxwedana şehîdan berdewam bikin.

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên şehîd eşkere kirin
19 kanûn, 2019   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema operasyona dagirkeriyê ya 15'ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê, di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di encama şer de 3 hevalên me şehîd bûn. Hevrêyên me bi şiyara 'destûr ji dagirkeran re nîne' li dijî yekîneyên dijmin bedena xwe kirin çeper û bi lehengî şer kirin. Agahiyên der barê hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Arîn Rêber
Nav û paşnav: Gulistan Mahçûp
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
navê dayikê: Nîhal
Navê bav: Farûk
Cih û dîroka şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Tîrêj Medya

Nav û paşnav: Rezan Kalin
Cihê jidayikbûnê: Mûş
navê dayikê: Cemîle
Navê bav: Zubeyîr
Cih û dîroka şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Tolhildan Viyan

Nav û paşnav: Ahmet Koçak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayikê: Sariya
Navê bav: Halît
Cih û dîroka şehadetê: 15'ê Tîrmeha 2019'an / Xakurkê

Hevrêyên me Arîn, Tîrêj û Tolhildan li derdora welatparêziyê mezin bûn, lewma şerê li Kurdistanê ji nêz ve dîtin û têgihiştin ku azadiya gelê Kurdistanê tenê bi azadiya Rêber Apo dibe, lewma di demên cuda tevlî nava refên gerîla bûn. Em hevrêyên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrêyên me Arîn, Tîrêj û Tolhildan bi ked, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust a li nava refên têkoşînê her tim hewl dan di xeta Rêbertî de bi rengekî rast bimeşin û bi vî rengî têkoşiyan. Sekna wan a li nava jiyan û têkoşînê wê ji bo me hevrêyên wan ên li pey wan man her tim bibe mînak.

Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên me de bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."