Şêniyên Serêkaniyê: Aramiya ku me dixwest, QSD’ê ji me re peyda kiribû

Zêdetirî 600 malbatên ji Serêkaniyê li herêma Dirbêsiyê dimînin. Malbatan diyar kir ku dê berxwedanê bidomînin û wiha gotin: “Em dixwazin vegerin malên xwe û ewlehiya ku Hêzên Sûriya Demokratîk peyda kiribû vegere”. 

Şêniyên Serêkaniyê: Aramiya ku me dixwest, QSD’ê ji me re peyda kiribû
Şêniyên Serêkaniyê: Aramiya ku me dixwest, QSD’ê ji me re peyda kiribû
Şêniyên Serêkaniyê: Aramiya ku me dixwest, QSD’ê ji me re peyda kiribû
19 kanûn, 2019   08:02
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên ser sînor a berdewam 300 hezar malbat neçar man ji gund û bajarên xwe koçber bibin.

Ji ber wê malbatên ji warên xwe koçber bûne, berê xwe dan bajar û herêmên ku Hêzên Sûriya Demokratîk diparêzin jê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li bakurê Sûriyê.

Hejmara malbatên ji Serêkaniyê û Zirganê ber bi navçeya Dirbêsiyê, gund û bajarokên girêdayî wê ve koçber bûne 600 malbat derbas kir.

60 malbat li bajarokê Til Kermê, 240 malbat li bajarokê Sîkir, 115 malbat li bajarokê El-Xas, 200 malbat li bajarokê Qeremenî û gundên Xezna, Til Reşîd û Til Teşrînê.

Piştî berxwedanek destanî li rex Hêzên Sûriya Demokartîk şêniyan ji ber dijwariya topbaranê bi êriş û moşekan tevî bikaranîna çekên qedexekirî neçar man koçber bibin. Niha ew bi hewcedariya pêdiviyên jiyanî ne. Li gel tunebûna desteka pêwîst ji hêla rêxistinên xêrxwaziyê û yên têkildarî karûbarên koçberan ve ne.

Eliye Abdullah got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de sivîl kirin hedef û komkujî pêk anîn. Her wiha bi awayekî bêserûber tevahiya taxên bajêr topbaran kirin."

Eliye bal kişand ser ku beriya dagirkeriyê ew di nav ewlehiyê de bûn û got: "Em tiştekî naxwazin tenê dixwazin vegerin warên xwe. Em dixwazin ewlehiya ku Hêzên Sûriya Demokratîk peyda kiriye vegere."

Eliye Abdullah teqez kir ku mîna tevahiya şêniyan ew berdewamkirina berxwedanê li hember dagirkeriyê teqez dikin û wiha domand: "Em alîkariya naxwazin. Em dixwazin vegerin malên xwe."

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biratiya gelan ve girêdayî ne. Bi hev re di tevahiya waran de dixebitin. Alîkarî ji koçeran re ji malên xwe pêşkêş kirin. Koçbera bi navê Rengîn Şikro dibêje: "Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji me re tevahiya tiştên pêwîst pêşkêş kirin. Li gel ku rêxistinên qaşo xwe bi mirovî nav dikin rewşa me paşguh kirin."

Rengîn diyar kir ku hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahiya milkên şêniyan talan kirin û wiha domand: "Aramanca wan a sereke talankirina milkên me ne. Em berxwedana xwe didomînin. Em tenê diwazin vegerin warên xwe û ewlehiya Hêzên Sûriya Demokartîk ji me re peyda kiriye vegere."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VBW0B_0h920" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>