‘Her çareseriyeke bêyî beşdarkirina hemû aliyên çalak wê kêm be‘

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan got: "Her çareseriyek ji bo aloziya Sûriyê beyî tevlêbûna tevahiya aliyên çalak wê kêm bimîne."

‘Her çareseriyeke bêyî beşdarkirina hemû aliyên çalak wê kêm be‘
18 kanûn, 2019   18:46
QAMIŞLO

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan di komxebata "Qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê" de axivî û nêrîna partiya xwe girêdayî çareseriyek stratejîk ji aloziya sûriyê re vegot.

Qeftan got: "Partiyên siyasî yên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ne dikarin rolek girîng di parastina ewlehiyê di vê pêvajoyê de bilîzin û partiyên ku dikarin îdeolojiya xwe ya ku li ser bingehên nijadperestî biguherin qebûl bikin, mîna Partiya Baas û gelek partiyên din in. Daîreya xwe li ser bingehên neteweyî ku Sûriyeyek azad û bi hêz dabîn dike fireh bikin. Partî bigihêjin hev û nefirkirin tola xwe ji hev hilînin lê belê hewl bidin xeta xwe rast bikin."

Qeftan diyar kir ku her çareseriyek ji aloziya Sûriyê re beyî tevlibûna tevahiya aliyên çalak wê kêm bimîne. Sûriye bi hewcedariya fikr û nirxên nû ne heta karibe ji vê rewşê xilas bibe.

Qeftan bang li rejîma Sûriyê kir ku kêmasiyan hişmendiya xwe çareser bike û got: "Bi hebûna rejîmê re bi hişmendiyê înkarkirin û paşketina nirxên neteweyî li Sûriyê, xuyaye ku dijwar e bi van amûran di çarçoveya hikumetek navendî de pêvajoya nû were derbaskirin."

Di nav axaftina xwe de Qeftan got: "Rewş Sûriyê ji rewşa bê çareya leşkerî veguherî rewşeke bê çareya siyasî, aborî û civakî. Nîşaneyên wê di lezbûna asta hilweşînên Sûriyê li ser tevahiya astan diyar dibin. Hilweşîn têkçûna Rejîm û oposîzyona siyasî û leşkerî di naskirina koka pirsgirêka Sûriyê de diyar dike. Nikarîn nexşerêyek xêz bikirina ji bo ku Sûriyê  ji vê tonelê derxînin. Rejîma Sûriyê ji bo ku hebûna xwe biparêze axa Sûriyê û berhemên wê bi bihayên erzan firot û hîna difroşe. Oposîzyona Sûriyê ya leşkerî û siyasî jî tevahiya derfetên xwe ji bo xizmeta berjewendiyên Tirkiyê bikar anîn. Heta ku encama wê windakirina welêt û rijandina xwîna gelê Sûriyê û yên sivîlan be. Mîn ku li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû daye."

Qeftan destnîşan kir ku rêya xilasiya Sûriyê, rêgezek nû û cuda pêwîst dike. Rêgezek ku hêzên demokratîk û rêveberiyên xweser ava kiriye li ser bingeha îtîrafkirina bi tevahiya pêkhateyên Sûriyê, meşandina rêgezek demokratîk li gorî bernameya pirrengî, nenavendîbûn û demokrasiyê.

(şx)

ANHA