ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2019
19 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê semînerekê li ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li buroya xwe ya li navçeya Şedadê organîze dike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan şêniyên kantona Kobanê li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê ji qada Jina Azad destpê bike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûpcên şer pêk anîne. Her wiha bang kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên Artêşa Watanî ya Sûrî têkevin lîsteyên terorê yên navneteweyî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Eyn Îsayê piştî artêşa Tirk depoya Şerkerak dagirkir, aliyên têkildar tirsa qutbûna madeyên sereke yên wekî ard, dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li rex birayê xwe yê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, ji destpêkê ve tev li Şoreşa Rojava dibin. Di gelek şerên parastina welatê xwe de cih digire û teqez dike ku YPG`ê tevahiya pêkhateyên herêmê komî ser hev kir. Her wiha bang li tevahiya ciwanan kir ku tev li nav refên hêzê bibin û YPG`ê bi hestîpişta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zêdetirî 600 malbatên ji Serêkaniyê li herêma Dirbêsiyê dimînin. Malbatan diyar kir ku dê berxwedanê bidomînin û wiha gotin: “Em dixwazin vegerin malên xwe û ewlehiya ku Hêzên Sûriya Demokratîk peyda kiribû vegere”. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê Partiya Çepê Kurd Sûriyê Mihemed Musa bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku xwedan îrade bin û di têgihiştina pêvajoyê de serwext bin. Musa got: “Niha partiyên siyasî yên Kurd berpirsyariya çarenûsa gelê Kurd dikeve ser milê wan û dîrok vê yekê ji bîr nake.’ (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûpsiyên eşîrên Ereban ên herêma Reqayê banga Elî Memlûk wek nixumandina komkujiyên artêşa Tirk ên li ser  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçekirina yekîtiya gel nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Siyasetmedaran destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji tevliheviya li hinek dewletan sûd bigire ji bo ku hegemoniya xwe ferz bike. Her wiha destnîşan kirin ku Erdogan gelêriya xwe li welatê xwe winda dike. Lewra hewl dide hinek destkeftiyan li derve bi dest bixe û gotin reftariya Erdogan metirsiyên hinek dewletan gur kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk ji bo nirxandina rewşê û rola ciwanan di vê pêvajoyê de civîneke girseyî li xwaringeha Nuxba ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên artêşa Tirk qada herî rastî zirarê hatiye, qada perwerdê ye, lê tevî kêm û kurtiyên xwe hîn jî xebata xwe berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dibistanên Zirganê ku niha ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vala û bê deng in û li benda xwendekarên xwe ne.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA