Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon

Tîma Serem di turnovaya tîmên asta yekemîn ên herêma Cizîrê ya sala 2019`an de piştî li beramberî tîma Karkerên Cizîrê biser dikeve dibe şampiyon.

Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
Tîma Serdem di turnoveya futbolê ya Cizîrê de dibe şampiyon
18 kanûn, 2019   19:10
QAMIŞLO

Maça dawîn a turnovaya tîmên asta yekemîn ên Herêma Cizîrê di navber tîmên Serdem û Karkerên Cizîrê de li stada Şehîdên 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo lidar ket.

Şênî bi girseyî tevî nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Yekitiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê amade bûn.

Tîma Serdem bi encama 3-2 li beramberî Tîma Karkerên Cizîrê biser ket, bi vê yekê di tevahî maçên turnovayê de 40 nuqte bidest dixe. Ji ber wê dibe şampiyon tunovayê. Tîma Asayîş piştî Tîma Serdem bi 38 nuqteyan hat.

Piştî bidawîbûna maçê Tîma Serdemê bi kasa turnovayê û lîstokvanê herî baş hatin xelatkirin. Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk û Saziya Malbatên Şehîdan ji ber fedekariyên ku didin xelat wergirtin.

Çalakiyên turnovaya tîmên asta yekemîn a Herêma Cizîrê di destpêka Hezîranê de bi tevlibûna 10 tîmên asta yekemîn destpê kir. Tîm ev in: Karkerên Cizîrê, Serdem, Asayîş, Cûdî, Berxwedan, Serêkaniyê, Weşûkanî, Xebat, Senadîd û Rê. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker turnova rawstî, Di navîna meha Mijdarê de dîsa destpê kir.

(şx)

ANHA