Endamekî parlemantoya Danîmarkayê: Me banga şandina hêzên navdewletî ji bo parastina sînor kir

Endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin diyar kir ku wan bang li Tirkiyê kir da ku ji xaka Sûriyê vekişe û ji parlemantoyê xwest ku hêzên navdewletî ji bo parastina sînorê ji êrişa bişînin.

Endamekî parlemantoya Danîmarkayê: Me banga şandina hêzên navdewletî ji bo parastina sînor kir
18 kanûn, 2019   18:23
QAMIŞLO

Şandeyek ji partiya "Sor Kes a Demokratîk a Danîmarkayê" di deriyê Sêmalkayê re derbasî Bakurê Sûriyê bû da ku rewşa li herêmê piştî êrişên Tirkiyê bişopîne.

Şadeya bi serokatiya endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin destpêkê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir. Endamên şandeyê ji aliyê hevserokê Daîreyê Ebdulkerîm Umer, cîgira wê Ebîr Îlya, endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Ebdulrehamn Selman, berpirsa Protokola Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ranya Xelîl ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî bidawîbûna hevdîtinê endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin bersiva pirsên rojnamevanan da.

Sunder Surin got: "Ji ber êrişên dawî yên Tirkiyê hatim serdana herêmê. Da ku bibînim sedema êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê çi ne û rewşa penaberên û zehmetiyên ku dikşînin çi ne."

Li ser pirsa der barê gefên Erdogan ên domdar ên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê Surin got: "Em di parlemantoyê de me êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û me ji Tirkiyê û alîgirên wê xwest ji Sûriyê vekişin. Her wiha me banga şandina hêzên navdewletî bi sponseriya NY‘yê kir da ku sînorê Sûriyê- Tirkiyê ji êrişan biparêze."

Têkildarî rola Danîmarkayê di projeya Almanya ya ji bo parastina sînor û şandina hêzêneke navnetewî ji bo Sûriyê de endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin diyar kir ku "Hikûmeta Danîmarkayê di şermezarkirina êrişên Tirkiyê de pir zelal bû û diyar kir ku ew amade ye leşkerên xwe bişînin vê herêmê û destekê bibin projeya Almanyayê. Mînaka vê yekê pêşniyarek ji bo şandina bijîşkên leşkerî hebû da ku alîkariya xelkên li herêmên şer bikin."

Sunder Surin anî ziman ku şandine hêzeke leşkerî danîmarkî ji bo herêmê divê di çarçoveya rewabûna navdewletî be û got: "Ez ne nûnertiya hikûmeta Danîmarkayê dike, lê belê nûnertiya partiya xwe de û nûnertiya biryara parlemantoyê ya şermezarkirina êrişên Tirkiyê dikim."

Endamê parlemantoya Danîmarkayê Sunder Surin bi bîr xistin ku hikûmeta Danîmarkayê biryara qedexekirina firotina çekan ji bo Tirkiyê da û got: "Biryara parlemantoya Danîmarkayê ya der barê vekirina Tirkiyê ji Rojava zelal bû."

Tê payîn ku şandeya Danîmarkayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên Kurdî re hevdîtian bike.

ANHA