Mijarên rojnameyên erebî – 18 Kanûn

Rojnameyên erebî yên îro behsa nakokiya navdewletî li Sûriyê û herêmê, aloziyên Lubnan û Iraqê û nakokiya di navbera Washigton û Enqereyê de kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 18 Kanûn
18 kanûn, 2019   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: SÛRIYÊ DI NAVA DILÊ NAKOKIYA NAVDEWLETÎ YA LI SER PETROL Û GAZÊ DE YE

Rojnameyên erebî vê sibehê bi gelek mijaran behsa rewşa Sûriyê kir, jê jî nakokiya navdewletî li Sûriyê. Di vî warî de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya lez da planên xwe ku dest deyne ser kaniyên petrol û gaza Sûriyê di nava hebûna du hevrikên herêmî û navdewletî de ku vê dikin armanca xwe, bi taybet piştî bangên serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên sûdwergirtina ji petrol û gaza Sûriyê bi piştevaniya projeya xwe ya bicihkirinê li Bakurê welat. Her wiha jî beriya wê jî DYA’yê serwerî li ser girîngtirîn zeviyên petrolê li parçeyê rojhilat kir û hêzên xwe li wir belav kirin."

Peymana Tirkiye-Lîbyayê ya ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê hikumeta El-Wîfaq Fayêz El-Sîrac di 27’ê Mijdara borî de îmze kiriye û ya bi naveroka xwe nexşekirina sînorê deryayî ya rojhilatê Deryaya Spî, li gel Rûsyayê metirsî çêkir, bi taybet jî ev peyman bandorê li berjewendiyên Sûriyê yên deryayî dike.

Rûsyayê sêşemê amadekariyên leşkerî bi hêzên hikumeta Sûriyê re li hember peravên Tertûsê li Deryaya Spî, ragihandin. Her wiha agahî der barê îmzekirina Moskov û Şamê ya peymana vekolîna gaz û petrolê li Deryaya Spî heye. Dê ev peyman jî di civîna hikumetê ya hevpar li Moskovê ku di vê mehê de li dar bikeve, pêk bê.

Analîzvanan got ajoyên ku hêzên deryayî yên Rûsyayê der heqê pêkanîna amadekariyên leşkerî yên ku bi têkbirina terorê û firokeyên bêpîlot ve girê dane, ne bawer in, bi taybet di vê demê de. Her wiha şerê komên terorîst ên li hin herêmên li Sûriyê bi taybet li Idlib û parçeyek ji bejahiyên Helebê, wek van amadekariyan naxwaze.

Analîzvan dibînin ku hedefa bingehîn ji amadekariyên leşkerî yên Rûsya û Sûriyê li Deryaya Spî, şandina nameyekê ji Tirkiyê re ye ku ew nikare berjewendiyên Şam û Moskovê yên deryayî têk bibe yan jî serweriyê li ser zeviyên petrol û gazê li hundir bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan sêşemê bang li hêzên aktîf ên cîhanî kir ku petrola Sûriyê derxin û aboriya wê li ser koçberên ku dê li Bakurê Sûriyê bi cih bike, budçe bikin.

Banga Erdogan di bingehê de ji DYA’yê re bû ku li ser vekişîna ji Sûriyê di Cotmeha borî de li ser paşxaneya êrişa Tirkiyê ya leşkerî "Kaniya Aştiyê" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vegeriye. Da ku hin hêzên xwe ji bo parastina zeviyên petrolê yên ku hê jî di destê QSD’ê de li parêzgehên Hesekê, Dêrazor û Reqayê ne, bihêle.

Bi awazeke hevrik, serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna NATO’yê daxuyand ku "Petrola Sûriyê di destê me de ye û di bikaranîna wê de azad in", wê jî hêrsek li gel Rûsyayê çêkir.

Girêdayî mijarê analîzvanan da zanîn ku banga Erdogan ji dewletên aktîf re ya fînansekirina petrol û gaza Sûriyê, bangeke mayînkirî ye. Hedef jî pêkanîna ajandeyên xwe yên di rastiyê de gefan li aramiya herêmê dixwe. Analîzvanan îşaret pê kir ku nakokiyên Tirkiyê yên berfireh êdî Rûsya bi hêrs dike, ta ku Rûsya hê jî di hevkariya bi Enqereyê re berdewam e. Rûsya dixwaze nakokiyên bi Enqereyê re bi rêya dîplomatîk ji dêvla sekna li hember hev ya siyasî, çareser bike. Bi taybet rewşa li Sûriyê bi awayekî mezin tevlihev e û mitirsî hene ku Tirkiyê berê xwe ber bi DYA’yê ve bike.

Dê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha bê de serdana Enqereyê bike ku metirsiya Rûsyayê ya der barê tevgerên Tirkiyê li Sûriyê û li Deryaya Spî, lêkolîn bike. Heta hevdîtin pêk bê, dê Moskov “siyaseta ço û gizêrê" bi kar bîne û li rexê jî dê hevsengiyê di tevgera xwe de pêk bîne da ku li ser para xwe ji petrol û gaza Sûriyê, dabîn bike.

ÎMARAT EL-YEÛM: BANGÊN XWEPÊŞANDANÊN BI MILYONAN SIBE LI IRAQÊ Û FERZKIRINA QEDEXEYA DERKETINÊ LI KERBELAYÊ

Der barê Iraqê de, rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsî: "Xwepêşandêrên Iraqê bang li derketina bi milyonan a sibe kir ku fişarê li parlamentoyê bikin. Da ku hikumeteke nû li gorî daxwazên wan ava bikin. Li aliyekî din jî desthilatên Iraqê qedexeya derketinê li parêzgeha Kerbelayê ferz kir. Xwepêşandêran jî rê û gelek avahiyên hikumetê girtin. Her wiha jî fermandarê polîsan ê Kerbelayê hat îstîfakirin û yek din hat erkdarkirin.

ŞERQ EL-EWSET: PIŞTÎ NAKOKIYA ETNÎK LI BEYRÛTÊ, KED JI BO FITNE PÊK NEYÊ HAT DAYÎN

Girêdayî rewşa Lubnanê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha daxuyand: "Piştî ku şeva duşemê nakokiya etnîk pêk hat, ked ji bo ku fitne pêk neyê, hat dayîn. Helwesta serokê Parlamentoyê Nebîh Birî û serokê hikumetê Seed El-Herîrî eşkere ku divê tevahî lubnanî di vê merheleya hesas de zane û hişyar bin da ku nekevin bin xefka fitneyê ya ku hin kes ber bi wê ve dikişînin."

EL-EREB: GIRTINA BAREGEHA ÎNCÎRLÎKÊ; GELO ERDOGAN TEMENÊ GEFÊN XWE YÊN BIHÊRS TEHEMÛL DIKE?

Li ser rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bi rêya gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên girtina baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya Încîrlîkê ya li başêrê welat a li ser sînorê Sûriyê, Tirkiyê ber bi nakokiya bilind di têkiliyên bi DYA’yê re dibe. Erdogan dem ji van gefan re diyar nekir. Lê belê ragihand ku heke pêwîst bû dê bigirin. Ew jî bersiva li ser gefên Amerîkayê ne."

(fr)