‘Rojnamevan’… fîlmê têkoşîna rojnamevanên Kurd li Rojava

Komeke ciwanên Kurd ji bo ku balê bikişînin ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, bi derfetên kêm kurtefîlmek amade kir. Kurtefîlm di mîhrîcaneke kurtefîlman a li Iraqê de hate pêşandan.

‘Rojnamevan’… fîlmê têkoşîna rojnamevanên Kurd li Rojava
18 kanûn, 2019   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurtefîlm bi navê ‘Rojnamevan’ e.  Li herêma Serêkaniyê beriya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir bike, hate kişandin.

Fîlm balê dikişîne ser têkoşîna rojnamevanên Kurd ên li Rojava, şopandina şer û êrişên li ser herêmê ji hêla çeteyên DAIŞ‘ê ve yanî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê û berxwedana gel a li hemberî van êrişan. Di fîlm de diyar dibe çawa rojnamevan di oxira ragihandina heqîqetê de canê xwe didin.

Derhênerê kurtefîlmê Mehran Ebdo ye, senaryo Fatme Ehmed û kamere û montaj nûçegihanê ajansa me Besil Reşîd e, lîstikvan jî hejmarek ji ciwanên Rojava ne. 

Fîlm li Mîhrîcana Ewlehiya Civakî ya li parêzgeha Besra ya Iraqê hate pêşandan. Tê payîn ku ev kurtefîlm di destpêka sala 2020‘an de di Mîhrîcana Merakişê ya Navneteweyî ya kurtefîlman li Mexrîbê de were pêşandan.

Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi sedan ciwanên Kurd di warê ragihandinê de kar kirin û bi karê xwe yê rojnamegeriyê tev li şoreşa gelê xwe bû û rastiya şoreşa xwe ragihandin raya giştî û cîhanê. Vê yekê jî bandoreke mezin di pênasekirina şoreşê de ji cîhanê re kir. Di şopandina eniyên berxwedanê de gelek rojnamevan ji aliyê çeteyên DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên din ve hatin  hedefkirin. Di encamê de bi dehan rojnamevan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira ragihandina heqîqetê ji cîhanê re şehîd bûn. Di nav de Rizgar Deniz, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed li Dêrazorê di encama êrişeke hovane  ya çeteyên DAIŞ`ê ve şehîd bûn. Her wiha rojnamevan Seed Ehmed di encama êrişa hewayî ya balafirên artêşa Tirk a dagirker de ji karwanê sivîlan ên ku berê xwe dabû Serêkaniyê ji bo ku korîdoreke mirovî ji birîndaran re veke, şehîd ket. Di encama wê êrişî de tevî  sivîlan hejmarek rojnamevan şehîd ketin û birîndar bûn.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bXzZA5fPHK4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>