Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin

Xetere li ser gelê Zirganê heye lê şêniyên wê li dijî vê xetereyê jî berxwedanê hildibijêrin û dev ji axa xwe bernadin. Şênî dibêjin bi rojan e êriş li ser wan hene lê belê ew destûra dagirkirinê nadin.

Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
Şêniyên Zirganê yên şahidên topbaranê: Em ji malên xwe dernakevin
18 kanûn, 2019   06:52
CÎHAN BÎLGÎN – HESEKÊ

rîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Zirganê berdewam dikin ku agirbesta bi tenê di gotinan de maye, hîna jî neketiya meriyetê. Şêniyên herêmê jî bi xetereyê re rû bi rû mane. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan dikin hedef û obûs û topan bi ser malên sivîlan de dibarînin. Şêniyên ku rastî vê hovîtiyê hatine, dibêjin her çi qas xetere li ser wan hebê jî axa xwe ji çeteyan re nahêlin.

Emşê Hisên ku 80 salî ye û 2 zarokên wê şêhîdên şoreşa Rojava ne, tevî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê jî li Zirganê dijî.  Têkildarî êrişên hovanê Emşê dibejê: “Rojana topbaran li ser me heye. Li dijî wan topbaranan jî em ji xanî û axa xwe dernakevin.  Ez dayika 2 şehîdan im û zarokên min li ser vê axa pîroz xwîna xwe dan. Em ji bo parastina axa xwe xwîna xwe didin. Ev hovîtiya dewleta Tirk heya kengî wê berdewam bike?  Em ne terorîst in, em  xwediyê vê axê û xwîna xwe ne. Em destûrê nadin ku çete axa me dagir bikin.  Beriya êrişan em di bihûştê de dijîn. Niha jî jiyana me dixwazin bikin dojeha me. Divê li dijî wan êrişan hemû Kurdên me bibin yek û wan dagirkeran ji axa pîroz derînin. ”

‘ROJANA ÊRIŞ LI SER ME HENE’

Xezal Ehmed ku dayika 3 zarokan e, anî ziman ku topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zarokên wê gelekî ditirsîne û got: “Ji êrişên li ser Girê Spî û Serêkaniyê heya niha tu aramî nehatiyê Zirganê. Dewleta Tirk a dagirker dibêje em êriş nakin, derewan dikin û rojana êriş dikin. Beriya êrişan jixwe aramiya me hebû, bi êrişan re aramiya me xerab kirin. Pêwîstiya me bi “herêmeke ewle” tune bû. Yên ku herêma me xerab kirin ew in. Bi herêma ewle re çeteyên xwe derbas dikin, jiyana me di bin xetereyê de ye û em ji malên xwe dernakevin. Ev 8 sal e me ev şoreş bi destê xwe ava kiriye û dixwazin vê şoreşê xera bikin. Em jî destûrê nadin wan,  em ê li ber xwe bidin.”

‘OBÛS LI KÊLEKA MALA MIN KETIN LÊ EZ JÊ DERNAKEVIM’

Elî Seyît Elî ku 2 obûsên dewleta Tirk a dagirker li kelêka mala wî ketine, wiha dibejê: “Dewleta Tirk sîstema me ya biratiya gelan dike hedef. Di mal û axa me de dixwazin çeteyan bi cih bikin û me jî ji vir derxin. Bêdengiya van hêzên navneteweyî tê wateya hevkariya êrişan. Em aramiya xwe dixwazin û erdê xwe nadin tu kesî. Em nahêlin demografiya welatê me biguherînin.  Gelê resên koçber bikin û çeteyan li vir bi cih bikin, ev nayê qebûlkirin. Gelê me li vir tê hedefgirtin û qetilkirin, bila ev kiryar bên dîtin, êdî hêzên navneteweyî bi erkên xwe rabin. Obûsên dewleta Tirk li kêlêka mala min ketin lê dîsa jî em dev ji axa xwe bernadin. ”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IIn9GkRLd4I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>