Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata bi nave "Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir. Komxebat bi însiyatîfa Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi rê ve diçe. 115 nûner ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûne.

Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir
Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir
Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir
Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir
Komxebata ‘Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ dest pê kir
18 kanûn, 2019   08:39
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi nave "Qirkirina etnîk û guhartina demografiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê; ejende, îdia û stratejiyên rûbirûbûnê" li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê dest bi komxebatê kir.

Komxebat bi beşdariya 115 nûnerên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pispor û akademîsyenên qadên mafên mirovan û qanûnên navdewletî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî bi rê ve diçe.

Beriya kêliyekê bernameya komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê NRLS`ê endamê navendê Nezîr Salih axivî û bixêrhatine beşdaran kir û wiha got: “Têkiliya di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê de êdî eşkere ye û piştrast in jî, ji ber ku rejîma Tirkiyê ya faşîst a bi serkêşiya Erdogan hevkariya bi rêxistinên hovane re hilbijart û ne wî û ne jî rejîma wî ya nîjadperest terka birêxistinkirina çeteyan û piştgiriya wan nekir, lê di rastiya xwe de leşkerên Tirk mil bi mil li gel DAIŞ`iyan şer kir û hewl dan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bikin, nexasim pêkhateya Kurd. Di heman demê de hewl didin gelên Ermen, Suryan, Yewnan û Ereb jî qir bikin û împaratoriya xwe zindî bike anku împaratoriya ku beriya sed salan li ser esasê parçekirina gelên herêmê hate avakirin.”

Tê payîn ku endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Foza Yusif di komxebatê de biaxive.

 (eh)

ANHA