Li ser zimanê şahidan, hovîtiya li herêmên dagirkirî

Bozan Mihemed Seyîd Ehemed û biryarê xwe Yasir ên ji gundê Celkê yê bakurê navçeya Eyn Îsayê ne ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin. Ji malbata wan 17 kesên din hatine dîlgirtin. Malbat bang li rêxistinên mirovî dike ku kufletên wan û çi kesên hatin revandin, rizgar bikin.

Li ser zimanê şahidan, hovîtiya li herêmên dagirkirî
18 kanûn, 2019   06:00
EYN ÎSA-ŞERVÎN MISTEFA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan binpêkirinên hovane didin meşandin. Beramberî vê yekê rêxistinên mirovî bêdeng in û parastina sivîlan li herêmên ku şer lê rû dide nakin.

Hin malbat bi zilmê û îşkenceyê rû bi rû mane û hin jî mal û milkên wan hatine talankirin.

Malbata Bozan Mihemed Seyîd Ehemed ê ji gundê Celkê yê 10 km dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê yek ji mînakên van malbata ne, ku ji zilma dagirkeran bê par nam. Bozan û Birayê xwe Yasir ji aliyê çeteyan ve têne kirin û li wan her cûre îşkence têne kirin.

REVANDINA 2 BIRAYAN..

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê herêma Girê Spî dagirkirin û gundên derdora navçeya Eyn Îsayê jî dorpêç kir, gundî di gundên xwe de man û parastina mal û milkên xwe kirin.

Çeteyan piştî 3 rojan ji revandina Bozan Seyîd Ehemed, biyarê wî yê bi navê Yasir Mihemed Ehmed (45) jî revandin dema zeviyên xwe cot dikirin. Piştî vê bûyerê 17 kes ji malbatê ku piraniya wan jin û zarok in dîlgirtin.

Bozan Seyîd Ehmed dibêje çeteyan piştî 20 rojan ew revandibûn ew li derdora navçeya Eyn Îsayê avêtin nava mayînan û wiha serpêhatiya xwe parve dike: "Da ku em parastina mal û milkên xwe bikin, em li gundê xwe man. Lê çeteyan birayê min Yasir revadin, wê demê min hewl da ez fidiyê bidim û biyarê xwe serbest berdim lê piştî 3 rojan 4 çetayên feyleq 20 di saetên êvarî de bi ser mala min de girtin û min revandin."

Piştî çetayan her 2 bira direvînin, malbat jî di malê de dorpêç dikin û nahêlin tu kes ji malê derkevin û mal û milkên wan jî dizîn.

Bozan wiha li axaftina xwe zêde kir: "Min birin gundê Metamîh ê ku dikeve başûrê gundê Celka, li wir min birayê xwe dît, ji min re qala îşkenceya ku çeteyan lê kiribûn kir got, 4 saetan li orta odê darvekirî ma û di roja 3 wî birin Tirkiyê. Çeteyan min jî xistin hemamê û 14 rojan li min dan. Paşê min xistin odeyek din, li odeyê jî hin lihêv û tiştên malê hebûn, lê dîsa min li orta odeyê darvekirin û li min dan."

Bozan wiha trajîdiya xwe parve dike, "Ji min re gotin, tu kî yî û tu çi karî dikî? Min ji wan re got, ez cotkar im, zêde bawer nekirin û min neçar kirin ku ez ji wan re bibêjim, ez endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn im. "

Bozan destnîşan kir ku du girtiyên din ji pêkhateya Ereb hebûn.

ÇETAYAN 24 MILYON LI MALBATÊ KIRIN XISAR

Bozan da zanîn ku, çeteyan mal û milkên wan talan kirin û wiha domand: "Hem alavên mala min û hem jî yên mala birayê min dizîne. Hilberîna ceh, alavên çandiniyê, sewal û alavên erebeyan dizîne, anku nêzî 24 milyonî li malê kirin ziyan."

EW DI NAVA MAYÎNAN DE HIŞTIN

Beriya çend rojan çeteyan Bozan Seyîd Ehmed li derdora navçeya Eyn Îsa avêtin nava mayînan, lê endamên hêzên ewlekariyê dema dewriyê ew dîtin û ji nava mayînan ew derxistin.

Tê zanîn ku malbatek ji 10 kesan pêk tê (5 jin û 5 zarok) di 13‘êKanûnê de ji gundê Celkê yê dagirkir xwe gihand navçeya Eyn Îsayê. Ev malbat a Bozan û Yasir in û ji aliyê çetayan ve hatine îşkencekirin, li gel ku hîn jî hin kufletên malbatê revandîne.

BANGA WAN RIZGARKIRINA KESÊN DÎLGIRTÎ YE

Bozan bang li rêxistinên mirovî kir ku parastina sivîlan li herêmên şer lê rû dide, bikin û kesên hatine revandin rizgar bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HSD3y7D8O0c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>