Hunermend banga yekitiyê li partiyên kurdî dikin

Hunermendên ji navçeya Dirbêsiyê gotin: "Li dijî gelê Kurd siyasetên qirkirinê têne meşandin. Dem dema yekitiya kurdî ye û dûrketina ji berjewendiyên takekesî ye."

Hunermend banga yekitiyê li partiyên kurdî dikin
18 kanûn, 2019   06:15
HESEKÊ – OLVA HAC MENSÛR

Bangewaziyên gelê Kurd a avakirina yekitiya Kurdî li Rojava û derveyî welat didome. Gel di yekîtiyê de rêya têkbirina komployên li djiî gelê Kurd dibînin.

Hunermendên Kurd ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku divê partiyên Kurd bi çarenûsa gel Kurd bifikirin ku li pêşberî qirkirinê ya ji aliyê dagirkeriya Tirk ve têne kirin rû bi rû maye.

Hunermend Selah Îbrahîm bang li partiyên kurdî kir ku berjewendiyên derve terik bikin û ji bo xizmeta gelê xwe kar bikin û got: "Em di pêvajoyeke çarensûrî re derbas dibin. Gelê Kurd li pêşberî komkujî û azarên mezin rû bi rû ye. Li ser vê yekê divê partiyên kurdî ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe û rêgirtina li pêşiya binpêkirin û komkujiyên Tirkiyê  yekitiya kurdî çêbikin."

‘DIVÊ PARTIYÊN KURDÎ JI BO PÊŞEROJA KURD BIXEBITIN‘

Îbrahîm anî ziman ku gelê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê li pêşberî "Qirkirinê" rû bi rû mana ye û wiha pê de çû: "Em dibînin dewletên dagirkerên Kurdistanê çi dikin. Divê hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi huner û stranên xwe azarên vî gelê parve bikin."

Îbrahîm diyar kir ku gelê Kurd di vê demê de hewcedarê yekitiya helwest ye û deng û xîtaba xwe li hemberî êrişên Tirkiyê bikin yek û got: "Divê partiyên siyasî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û ji bo pêşerojê gelê Kurd û rawestandina êrişên dijmin bixebitin."

‘TIŞTA LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RÛ DA JI BER NE YEKITIYÊ YE‘

Hunermend Mihemed Şêxmûs destnîşan kir ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane ji êriş, binpêkirin û komkujiyên li dijî gelê Kurd ji ber ne yekitiya partiyên kurdî ye ku berjewendiyên xwe yên takekesî li ser berjewendiyên gelê Kurd digirin.

Şêxmûs got, pêwîst e êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê werin sekinandin û got: "Ji bilî yekrêziya Kurdî ti rê li pêşiya me nîne. Lew re divê partiyên Kurdî rêza xwe bi rêxistin bikin û ji bo berjewendiyên vî gelê kar bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X_GLxtxSuJ4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>