Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin

Bi tevlêbûna bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Salih (Serhed Til Birak) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed ê dema erka xwe pê dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar hatin oxirkirin.

Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Hesekê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
17 kanûn, 2019   16:25
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hisên El-Salih (Serhed Til Birak) yê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mihemed ê dema erka xwe pê dianî şehîd bû, ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve bi rê ketin.

Merasîm li goristanê bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya şervanên YPG û YPJ û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn destpê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Saroxan axivî. 

Saroxan anî ziman ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye qada şerên navdewletî û planên dewleta Tirk a dagirker a ku bi hemû rêbaza hewl dide fitneyê di nava civakê de derxîne. Dewleta Tirk bi hezaran sivîlên wê qetil kir û bi sedan ciwanên wê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bi çek kirin.

Saroxan, bal kişand ku bi saya keda şehîdan û hevgirtin gelan komployên dagirekeran têk çûn û got: "Dewleta Tirk a dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hev veqetîne têk çû, ji bîr kir ku gelê vê herêmê teror di baregeha wî ya dawî li Dêrazorê têk bir ku yek ji ejnîdeyên dewleta Osmanî bû."

Ebdulkerîm Saroxan di berdewama axaftina xwe de got, ew li Serêkaniyê û Girê Spî neşkestin "Şer di çarçoveya parastina rewa de berdewam e. Doza Bakur û Rojohilatê Sûriyê bûye dozeke navnetewî, bi milyonan mirov hene piştgiriyê didin gelên vê herêmê."

Endamê Meclisa PYD‘ê Ebdulkerîm Saroxan bi navê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga diyalogan li rejîma Sûriyê kir" Yê ku rastiya şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê înkar dike em bang lê dikin ku bi pêkhateyên herêmê re danûstandinan bike da ku çareseriyeke siyasî ji aloziyê re were dîtin. Heger em nebin yek wê tevahî xaka Sûriyê ji destê me biçe û bibe wîlayeteke osmanî."

Di berdewama merasîmê de hevserokê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Hisên Selmo axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di merasîmê de şehadeta 6 şervanan QSD‘ê yên Berxwedana Rûmetê hate ragihandin "Mûsa Mihemed (Delîl Hesekê), Beşar Şilaş (Sîpan Hesekê), Ehmed Hisên (Rohat Hesekê), Can Niamet (Mîtan Hesekê), Ehmed Sînan (Diyar Hesekê), Basil Xelîl (Rojhat Hesekê).

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Hisên El-Salih li goristana Şehîd Dijwar hate veşartin û yê şehîd Elî Mihemed ber bi navçeya Til Hemîsê hate rêkirin û li wir bi merasîmekê hate veşartin.

ANHA